17 mars 2020

Daxwaze hebe her kes kane ji bo kurd û Kurdistanê tiştekî bike


Heger meriv bixwaze her kes kane bi hawakî, li gorî îmkan û şertên xwe ji ziman û welatê xwe ra xizmetê bike, fêdakê bigihînê.

Meriv kane vê yekê bi xebat û şerê li dijî dijmin bike.

Kane bi siyasetê bike.

Heger ji siyasetê hez neke, kane bi perê xwe bike.

Heger nivîskar be kane bi qelema xwe fêde bigihîne kurdî û kurdayetiyê...


Meriv kane bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyive û bi vî hawî xizmeta kurd û Kurdistanê bike.

Bi kirîna kitêbên kurdî jî meriv kane fêdakê bigihîne zimanê kurdî û kurdayetiyê. 

Gava kitêbên kurdî pir werin firotin ewê zêde çap bibin. Gava bazara kitêban geş bibe, kitêb werin firotin nivîskar jî ewê pir bibin.

Kesê bi kurdî nizanin jî bi kirîna kitêbên kurdî kanin destegê bibin nivîskar û weşanxaneyên kurdî.

Kesên bi kurdî nizanin sirf ji bo alîkariyê bira kitêbên bi kurdî bikirin ya têkin kitêbxaneya xwe , ya jî diyarî hevalên xwe bikin.

Yanî heger nasyonalîzim bi meriv ra hebe, meriv kane bi gelek hawan û riyan destegê bide tevgera kurd ya netewî.

Yanî heger daxwaz hebe her kes kane ji bo kurd û Kurdistanê tiştekî bike, kevirekî bide ser kevirekî....

XXX
Kî dibe hevalê kê, pesnê kê, kîjan partiyê û kîjan serokî dide, kîjan îdeolojiyê û fikrê diparêze, bi çi bawer dike, bi çi bawer nake serbest e, min eleqaeder nake.

Li darê dinyayê tiştê ji bo min herî muhîm ziman û kurdayetî ye, heta ji min tê ez viya dikim û ji bo ku hinekên din jî bikin dixebitim, propaganda wê dikim.

Îdeolojî û felsefa min a jiyanê ev e; ziman û kurdayetî, ev herdu tişt dîn û îmana min e.

Ez ev im, kî min taqîb dike, kî nake, kî nivîsên min dixwîne, kî naxwîne bi kêfa xwe ye.

XXX
Ez her sibe bi kurmancî û bi tiştekî xweş, bi tiştekî kêfa meriv bîne, dilê meriv şad bike ji we ra dibêjim merheba.

Ev 13 Sali in di medyaya sosyal da tiştmiştnan dinivîsim, pir bextewar im ji bo ku min carekê jî bi tirkî ji we ra negotiye roja we bi xêr!

Min carekê jî bi xebereke ne xweş, bi gotineke tahl dest bi rojê nekiriye. Tu carî naxwazim sere sibê ya alah, ya fetah, bi nivîseke dilreşkir bîna heval û xwendevanên xwe teng bikim.
Ev yek jî min kêfxweş dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE