21 mars 2020

Bi tesadufî bû helawa Newrozê



Ji aciziyê min nuha ev helawiya ji xanimê ra çê kir. Wek her tim dîsa qusûrek lê dît, got te pir şîrîn kiriye.

Lê him got pir şîrîn e û him jî tebax paqij kir...
Ax ji derdê jinan...

Hûn kanin vê helewiyê wek şîraniya Newrozê qebûl bikin. Bi tesadufî bû, lê xweş li hev hat...


Piştî min helawa xwe çê kir û danî wir, ez û xanim derketin gerr û piyasa xwe ya her roj.


Îro em tam du saetan, 9 km meşiyan. Piştî meşeke hewqasî pir qahwe gelkî xweş dibe.
Min qahwake swêdî çê kir û helawiya xwe da ber.

Bêxwediya helawiyê bi qahwê ra xweş e. Ilim jî gava meriv westiyayî be.
Hûn jî kanin biceribînin.

Her tim xwendin û nivîsandin nabe, carnan jî dibê meriv hin karên din bike.
Em guh nadin yasaxa derve, em her roj diherin gerra xwed ikin û tên malika xwe qahwa xwe vedixun.
Bi rê da em rastî kê hatin ya devê wan girtî bû ya jî riya xwe dadigerandin. Însan êdî ne însanên du hefte berê ne...



Hesenê Metê Ev bû bîst û pênc salên min ku min dev ji çêkirina helawîyan berdaye. Lê xuyaye kekê min î ezîz, Zinarê Xamo hîn jî mijlûlî vî karî ye... dixwazim bibêjim mijlûlî çêkirina helawîyan e. Newroza kekê min Zinarê Xamo û we hemûyan pîroz be.

Zinarê Xamo Hesen, birayê ezîz, ev şîraniya Newrozê ye, min devê xatûnê pê şîrîn kir.
Newroza te û zarokên te jî pîroz be !

Mem Dogala Keko bi Xwedê em bi devê xwe çûkan ji ezmanan bigirin dîse jin razî nabin. Cejna Newrozê li te û jinbira xwe pîroz dikim. Her şad bin.


Zinarê Xamo Gelek sipas, Newroza we jî pîroz be !

Tahsin Yılmaz Afîyet û noş û canbe...

Sor Jin Destê we sax be mamoste.

Zinarê Xamo Mala te ava xanima hêja.
Redigera eller ta bort detta

Ali Ciftci :Newroza we her dilşa û pîroz be!

Zinarê Xamo Newroza we jî pîroz be!


Kaniya Dapire Destên te ne êşin, Noşîcan be.

Zinarê Xamo Gelek sipas.


Izzettin Sevgin Afyet be Newroz piroz be Her biji Newroz.Her biji xale Zınare Xamo Sılan u rez.

Zinarê Xamo Gelek sipas Husên yoldaş..

Mehmet Jan Bi xwedê te bê qusûr çêkiriye ji aliyê şiklû şemala wêve...penêr jî te xistiyê gelo?

Abit Gürses Ê keko tu çima qencî lê bikî, xwûşka min jî qisûr li helawê te bibîne!!!

Fidel Alış Ax ax ka ew zilame bere .

Zinarê Xamo Zilamên berê çûn, çûn, hew tên...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE