06 mars 2020

Beşar Esed gotiye kurd mahcir in !

Beşar Esed


Beşar Esad gotiye ”li Sûriyê mesela kurd tuneye. Kurd ji Tirkiyê reviyane hatine li Sûriyê bi cî bûne û me jî ew hewandine.”

Dagirkerên Kurdistanê hemû ji bo ku dagirkeriya xwe biparêzin her yek bi hawakî, bi derewekê kurdan ne xwediyê wê axê, ne xwediyê Kurdistanê, wek miletekî mahcir, kes nizane ji ku hatiye dibînin.

Tu ferqa dagirkerên tirk, ereb û faris tuneye, tu ferqa Esed û Erdogan tuneye; ferq navê wan e.


Îhtîmal e Esed bi beyanên wiha mesajekê dide tirkan, dibêje em jî wek we difikirin û tu nêteke me tuneye mafên kurdan yên netewî qebûl bikin.

Ew dera Esed jê ra dibêje Sûrî û Tirkiye navê wê Kurdistan e û welatê kurda ye. Esed çi bêedebiyê bike jî ev rastî nayê guhertin. Kes bi înkarê nikane tarîxê belovacî bike.

Şama nuha Esed lê dijî jî berê ya kurdan bû, bi şûrê Selhedînê Eyûbî hat parastin.

Nuha jî kurd bûne xerîbên welatê xwe û Esedê sêwiyê ber destê Îranê û Pûtîn bûye xwediyê Kurdistanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE