09 mars 2020

Bêdengî şaş e û ne çare ye

Rawîn Stêrk


Mixabirê Rûdawê Rawîn Stêrk çend roj berê ji alî pûlisên tirk va ha girtin û sê roj berê jî bi îthama propagandeya "terorîzmê" kiriye hat tewqîfkirin.

Rûdawê heta nuha mesele sist girt, dengekî zêde dernexist. Ev, ne rast e, bêdengî, sistîya li hember tirkan şaş e, neçareserî ye. Gerek Rûdaw baştir li rojnamevanên xwe xwedî derkeve.


Dibê Rûdaw vê zorbatiya Tirkiyê protesto bike û bi dengekî hîn bilind azadiya Rawîn Stêrk bixwaze.
Tirk bi pişopişokirinê nerm nabin.

Hukûmeta Kurdistanê jî dibê li rojnamevanê xwe xwedî derkeve û azadiya wî bixwaze.

Kaniya Dapire Tu dîbêjî Rûdaw qey berdevkîya Tirkiye dike . Dest xweş mamoste, 
Slav û rêz

Kemal Bakan Gelo çi ferqa rûdaw û trt kurmî heye?

Zinarê Xamo Di nivîsa xwe da min siyaseta Rûdawê neparastiye, min zulma hêzên dagirker rexne kiriye.
Dewleta dagirker çavsorî li rojnamevanekî kurd kiriye, gotiye te piştgiriya terorê kiriye. Min ev zulma hêzên dagir û tirsonekiya Rûdawê rexne kiriye. Ev wî rojnamevanê ne nas dikim û ne jî fikrên wî teswîb dikim.
Dewleta tirk zulmê li kîjan kurdî bike ez pê kêfxweş nabim, li dij derdikvim. Çimkî ew hêzeke dagirker e.

Cihan Rojava Mixabin ji boy rojnamevan lê rûdaw heq kiriye lê wextê hilbijartinên tirkada mîtîngê kerdogan bi zindî dida....bi Fermi Propaganda kerdogan dikir ....

XXX
Çawa ku hin însan ne layiqî hin tiştan in, hin miletên ne layiqê hin tiştan jî hene.
Mesela tirk û ereb ne ew miletên layiqê bibin xwedî dewlet. Lê bûne xwedî dewlet. Di ser da ereb bûne xwediyên 23 dewletan. Û em 40-50 milyon kurd jî bûne bindestên van miletên ne layiq.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE