11 februari 2020

YNK êdî ne YNKya dema Mam Celal e !

Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî

Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bûn Hevserokên YNKê. 
Xwezî ev herdu kes nebûna serokên YNKê. Lê ew ji xwe ra zanin, tiştekî em bikin tuneye.

Hêvî dikim şika min, qenaeta min ya negatîf ya li hemberî wan şaş be û baş derkevin. Bes tarîxa wan ya heta nuha baş xuya nake.

Tenê ez kanim bibêjim ez vê hilbijartinê baş nabînim û jê ra li çepikan naxim. Lê dîsa jî dibêjim ser xêrê be, hêvî dikim baş be...


Ya rast, piştî wefata Celal Talebanî û Newşîrwan Mistefa YNK û Goran qediyan, bûn tiştekî din. Êdî YNK û Goran ne YNK û Gorana dema Mam Celal û Newşîrwan in. Tenê nav yek e...

Goran tevgereke baş e, wek hêzeke siyasî hîn heye, lê wek keriyê bêşivan e, heta yekî karîzmatîk nebe serok nikane zêde tiştekî bike.

Herçî YNK ye êdî qediya ye, çend gurûb ji bo hin berjewendiyên xwe yên şexsî li ba hev in, lê di nabêna wan da yekîtiyeke xurt tuneye. Belkî di rojên pêş da hin kes ji YNKê veqetin û partiyeke nuh çêkin.

Ev halê YNKê û Goranê ji bo gelê başûrê Kurdistanê bêtalîhiyeke mezin e, xwezî ev herdu tevger nekatana vî halî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE