25 februari 2020

Xortê cixarekêş



Xort nuh bûbû tiryakiyê cixarê. Li qahwê ji kalê li kêleka xwe ra got:
-Xalo, ma tu qutya te da pelê cixarê heye, xêra xwe tu kanî pelekî bidî min?
Xalo got, ”heye ez qurban” û pelek dayê.
Xort, piştî pelê xwe girt, got:

-Xalo, ma tu kanî cixarak tutûn jî bidî min?
Xalo got ser çava û rabû cixareyek tutûn jî dayê.
Xort piştî tutûn girt got:
-Xalo, wele ez nizanim bipêçim. Xêre xwe tu kanî ji min ra bipêçe?
Xalo aciz bû lê dengê xwe nekir, cixare ji dest girt, jê ra pêça û dayê.
Xort cixara xwe girt û got:
Xalo ji kerema xwe wî hestê xwe jî bidî min.
Xalo baş aciz bû lê dîsa jî uzrê xort nebir, heste dayê. Xort cixara xwe vêxist û got:
-Xalo wele min heye cixarê biterikînim.
Xalo keniya, got:
-Lawê min piştî pelê te, tutûna te, hestê te û pêçana cixara te ji Xalo be, ma çima tu yê biterikînî? Na na hema bikşîne baştir e…


Tirkê rût
Mamûrê gumrika Kapikulê tirkekî almancî dabû sekinandin, dixwest ji xwe ra tiştekî jê biçirpîne:
-Ma tiştekî te yê tu gumrik bikî heye?
Mêrik got:
-Na.
-Qahwe mahwe?
- Na tuneye.
-Çokolata, mokolata?
-Na tuneye.
-Wîskî mîskî?
-Na tuneye.
-Cixare mixara, ma ew jî tuneye?
-Na weleh, ew jî tuneye.
Li ser vê, mamûrê gumrikê pakêta Marlboro ji bîriya xwe derxist û got:
-Bira, tu jî ji bin da rût î lo, wê gavê ez cixarakê bidim te…

Nabêje bavo !
Xort piştî daweta xwe kir, ji bo xebatê lêxist çû Almanyayê. Deh sal di ser ra derbas bûn rojekê vegeriya mala xwe. Bala xwe dayê sê zarok li hundur dilîzin. Bi meraqdarî ji jinikê ra got:
-Keçê ev lawikê mezin yê li ser dikê rûniştiye ma gedê kê ye?
Jinikê got:
-Wîîî li min pepûkê, ma qey nayê bîra te, çaxa tu çû ew li destê min bû.
Mêrik got:
-Ê le yê li kêleka wî rûniştiye ew kînga çê bû?
Jinikê got:
-Bi navê Xwedê hiş di serê te da nemaye. Ma ne gava tu çû ez bi halkî bûm. Qey te ji bîr kir?
Li ser vê, mêrik lawikê biçûk meraqk kir, got:
-Ê baş e, le evê biçûk, ma ew jî yê min e?
Jinikê got:
-Ê ma wî jî ji te ra gotiye bavo? Feqîro ji xwe ra li wir rûniştiye û mastê xwe dixwe, tu çi jê dixwazî?

Du quloçên wî hene
Bûka bajarî cara pêşî bû çûbû gund. Tiliya xwe berbî congeyê li ber apê Temir kir, got:
-Apo me ev gayê te çend salî ye.
Apê Temir got:
-Ne ga ye, conge ye keça min. Du salî ye.
-Ê meri v çawa zane du salî ye?
-Ji quloçên wî.
-Himmm, rast e, va ye du quloçên wî hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE