25 februari 2020

Xanimê gustîlek wenda kir bû xwediya du gustîlên nuh

Gustîl û guharê sê keçên kurd îro diyarî xanima min kirin


Xanimê gustîlek wenda kir, bû xwediya du gustîlan. Îşev sê mîvanên min hebûn, sê keçên xwendekar. Li Pomonyayê mastira xwe dikin. Ji bo hefteyekê hatine Stockholmê bibînin.

Van hersê mîvanên me yên hêja, gustîlek û cotek guhar ji xanimê ra wek diyarî bi xwe ra anîbûn. 


Ez jî û xanim jî bi vê surprîz û diyariya wa nya gelekî giranbuha pir dilşa û memnûn bûn. Ji destê sê keçên kurd girtina diyariyeke wiha manîdar  xanim gelkî bextewar û kêfxweş kir.

Li ser navê xwe û xanima xwe ez gelkî sipasî wan dikim, mala we ava be, hûn her hebin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE