08 februari 2020

Tu çima li halê min napirsî ?

Dîlokên, heyranokên kurmancî.

-Tu çend pîs î, çend xesîsî
Tu çima ji mêrê min ditirsî
Çima ev çend sal in
Tu carekê li halê min napirsî.


-Ez ne pîs im, ne jî xesîs im
Ez ji mêrê te jî qet natirsim
Min rindek di ser te ra dîtîye
Ez loma li halê te napirsim.

-Lo lo delal minê bîstanekî xwe ajotî li vî bejî
Delal min avdabû bi hêsirên xwe û te jî
Lê gava delêl berê xwe da welatê xerîbîyê
Çima nego lê delalê bi xatirê te jî.

-Delal heyran Kêlik û Mandelê li hemberê hev in
Ava zinarêzerê ji jorda têyo li hev dikevin
De min go gava bavê Çîya berê xwe da malê
Wekî hîva çarde şevî vêbikevê.

-Tu yê bihata ber derê mala bavê min bi mêvanî
Minê ji te ra raxista kulavê sor û sipî xoresanî
Minê ji te ra serjê bikira beranê kurê, qemerê dolberanî
Dîya min û bavê min bihatana, bigotana:
Ka beranê te yê kurê qemerê dolberanî?
Minê bigota:
Şilî bû, şepelî bû, kûçikbavê şivanan ji çolê neanî.


///Berhevkar Suphî Aydin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE