02 februari 2020

Tu bi şev hatî min tu nas nekir


-Tirên rabû ji Qurtelanê
Dûman rakir ser qezanê
Xwedê tu miradê herdu dilan biqedînî
Li Orta Qers û Qaqizmanê.


-Lo lo lo lo Memo
Tu rihana nav kelemo
Te gulên xwe çinî
Sosinên xwe dan cemo.

-Tu bi şev hatî mi tu nas nekir
Tu bi roj hatî mi poz bi te nekir
Waxta te berê xwe da welatê xerîbîyê
Min dismal girt û hêsîr pak kir.

-Şilî barî ser şivana
Şil kir elbên Berîvana
Bira ez tîrmarekî sor bama
Min xwe berbida
Ser tilî û bêçîyên bilûrvana.

-Kanîya gundê me mermer e
Çîmê dorê kesk û zer e
Xebereke nexêr ji min ra hatîye
Gotin lawikê te nexweş e, mele li ser e.

-Kanîya gundê me kevze da
Min vedabû avê hil da
Miradê min û delalê min
Tenê maye di koka dil da.

///Berhevkar: Suphî Aydin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE