01 februari 2020

Tiştê naziyan anîn serê yahûdiyan, misilmanan eynî tişt anîne serê me


Yahûdîyan(cuhûyan)di tarîxê da pir kişandin, pir zulm dîtin.

Lê belê piştî holkostê(jenosîdê) bûn xwedî dewleteke serbixwe. 

Tiştê naziyan di Şerê Cîhanê yê Duduyan da anîn serê yahûdiyan, misilmanan li Sûriyê, li Îraqê eynî tişt anîn serê me kurdan jî. 

Lê kes qala jenosîda kurdan nake. Kes navekî li jenosîda êzdiyan nake.


Naziyan 6 milyon yahûdî ji bo ku yahûdî bûn bi hovana kuştin. 

Daîşê û dewletên misilman yên li pişt wê jî li Sûriyê û li Îraqê bi hezaran kurd ji bo ku kurd bûn, ji  bo ku êzdî bûn kuştin, sax sax şewitandin, sax sax gorr kirin, li ber çavê dunyayê serî jê kirin. 

Misilmanan bi hezaran jinên êzdî ji xwe ra kirin kole û li mazatan firotin. 

Bi kurtî tu ferq di nabêna holkosta(jenosîda)yahûdiyan û kurdan da tuneye. 

Ferqa heye, dunya jenosîda yahûdiyan qebûl dike û yahûdî bûn xwedî dewleteke netewî. 

Lê kes ne jenosîda kurdan qebûl dike û ne jî kurd bûne xwedî dewlet.

Ya xerab jenosîda kurdan hîn jî berdewam e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE