28 februari 2020

Tirkiyê li Idlibê derbeke mezin xwar



Ez tim dibêjim aynê kurdan ji tirkan ra namîne.

Yê li belayê geriya rojekê miheqeq ewê bela xwe bibîne.

Li gorî medyaya tirk dinivîse li Idlibê di bombebarana balafirên Rûsyayê da 33 leşkerên tirk mirine.

Jimar kane zêdetir be.


Gumgumok agir kiribû dawa xwe, bela xwe dît. Bi çend teqteqokên xwe quretiyê dikin.

Elimîne firildaqan, xwestin bi santajan Rûsyayê bixapînin û erd dagir bikin. Lê henek bi hirçê nabe. Meriv nikane dewletên mezin bixapîne.

Nuha jî hawarê ji Amerîkayê û ji NATOyê dixwazin.
We Amerîka û NATO bêminet kir û lema jî S-400 ji Rûsyayê kirî.

Ez bawer nakim Amerîka belaş alîkariyê bike.
Îşê reîs zor xuya dike, ketiye heriyê, îhtîmala bifetise pir e.

XXX
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê  li ser kuştina leşkerên tirk li Idlibê beyanek belav kir. 

Rûsya di beyanê da dibêje balafirên wan li Idlibê li leşkerên tirk nexistiye. Hêzên terorîst xwestine êrîşî ser artêşa Sûriyê bikin û artêşa Sûriyê jî bersîv daye wan, ew bombebaran kirine.

Leşkerên tirk di nava hêzên çekdarda bûne lema hatine kuştin.
Di beyanê da tê gotin Tirkiyê ji Rûsyayê ra negotiye leşkerên wan li Idlibê hene.

Li ser jimara leşkerên tirk yên hatine kuştin reqemên cuda tên dayin, hinek dibêjin 33, hinek dibêjin 58 û gelek jî birîndar in.

Tiştê ecêb, Tirkiyê piştî kuştina leşkerên xwe, do bi şev ji deriyê Edîrneyê komên koçberan şand ser Yûnanîstanê.

Tirkiye dixwaze bi şantaja koçberan li hemberî Sûriyê û Rûsyayê alîkariyê ji NATOyê û ji Yekîtiya Ewrûpayê bigre.

Fêrî şantajan, gefan û rêbiyê bûne. Ew û Sûriye şer dikin, xelkê dişînin ser Yûnanîstanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE