10 februari 2020

Tirkan bi îdeolojiya îslamî kurd bêhiş û gêj kirine


Îslam û îdeolojiya îslamî bûye afyona, narkotîka bêhişkirina kurdên bakurê Kurdistanê.

Berê îdeolojiya çepîtiyê, komunîzmê eynî wezîfe didît, hêzên dagirker bi îdeolojiya çepîtiyê hin kurd ji doza wan ya esasî, ji miletperweriyê dûr dixistin. 

Nuha ew rola îdeolojiya çep nemaye, tenê îslam e, bi îdeolojiya îslamî kurdên dîndar bi kar tînin, tevgera kurd ya ntewî perçe dikin û bi vê riyê kurdan bindest dihêlin.


Tirk û ereban bi riya îslamê û îdeolojiya îslamî ya radîkal qismekî mezin yê kurdên bakur gêj kirine, kirine xulamên tirk û ereban û neyarên doza kurd û Kurdistanê.


Bi sedhezaran kurd ji bo Qudsê û neyartiya Îsraîl û Amerîkayê  li Diyarbekrê civiyane, dixwazin Quds bibe paytexta Filistîniyan.

Lê ji bo xwe, ji bo ku ew ji bindestiya tirk û ereb û farisan xelas bibin mitîngeke wiha çê nakin.

HUDAPAR li dijî dagirkeriya Tirkiyê dernakeve, ji xwe ra dewletê naxwaze. Bi dagikerê xwe ra ji bo serxwebûn û azadiya hinekên din mitîngan çê dike, bûye lîstoka destê neyarê xwe.

Heger ne şemsiya Amerîkayê bûya ereb û tirkan nuha kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê(Îraqê û Sûriyê) qir kiribûn.
Lê HUDAPAR dîsa jî ne li dijî ereb û tirkan, li dijî Amerîkayê û Îsrraîl li Diyarbekrê mitîngê çê dike, tekbîran tîne, cîhadê îlan dike. Ev bêhişî bi saya îdeolojiya îslamî bûye, tirk bi vê afyonê bi milyonan kurd kirine evîndarên celadên xwe.

XXX
Merivê cahil ji aqilê xwe pir razî ye. Lema jî pir zimandirêj û cesûr û êrîşkar e.
Dibê meriv hevza xwe ji merivê cahil bike, pê ra nekeve minaqeşê.
Sifet, kursî û meqam meriv ji cahilê xelas nake. Cehalet ne maka hemû xerabiyan be jî sebebê gelek teşxele û gelşan e.
Di medyaya sosyal da carnan meriv rastî cahilan tê, heta pêsîra xwe ji destan xelas dike çermê eniya meriv diqete.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE