19 februari 2020

Tirk şêla rûsan diceribînin



Erdogan careke din nêta xwe ya dagirkeriyê daye der û gotiye ”ewê Idlibê ji rejîma Esed ra nahêlin…”

Mêrik eşkere dibêje ez Idlibê nadim…

Di destpêkê da hedefa tirkan ne ev bû, dixwestin kurd li Sûriyê nebin xwedî maf. 

Lê bi demê ra dagirkirina hin erd û bajarên Sûriyê jî li hedefa xwe zêde kirin.


Piştî dagirkirina Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê bi wê rehetiyê, Erdogan tahmijî, bû wek gurê devbixwîn; lema jî Idlibê û hin erdên din jî dixwaze. 

Ji bo ku Idlibê jî wek Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê bi xwe ve girê bidin, tirk nuha dixwazin reaksiyanona rûsan biceribînin.

Ewê hemleyeke leşkerî li hemberî artêşa Sûriyê bikin. 

Beyana Erdogan ya îro ji bo ceribandina reaksiyona Rûsyayê ye.

Heger rûs jî wek emerîkiyan ji ber wan birivin, ya jî dengê xwe nekin, ewê êrîşa xwe berfirehtir bikin û Idlibê û hin derên din jî dagir bikin û wek Efrînê bi Tirkiyê ve girê bidin.

Tirkan di bin navê şerê bi kurdan ra çavên xwe bera hin çend bajarên Sûriyê dane, heger rûs dengê xwe nekin tirk ewê êrîş bikin. Bêdengiya rûsan ewê tirkan har bike û gelek deran dagir bikin.
Lê heger rûs bêdeng nemînin, ewê li ser dêla xwe bikevin. 


XXX
Meriv nizanibe tiştek şaş e, lema jî rexne neke normal e. Meriv nizanibe yek neheq e, pîs e, neyarekî xedar e, lema jê ra tiştekî nebêje normal e.
Merivê bibêje nizanîbû.
Lê gava meriv van tiştan hemmûyan bizanibe, lê dîsa jî dengê xwe neke, durûtî û bêexlaqî ye, tirsonekî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE