20 februari 2020

Tirk ji xêrê ra bi ENKSê ra rûnanin



Tirk tu carî ji xêrê ra ban ENKSê nakin, tirk taya xwe jî nadin kurdan, miheqeq pîlanek, kemînek wan heye, ji bo wê dibêjin ew piştgiriya ENKSê dikin.

Efrîn dagir kirin lê nahêlin nigê ENKSê bi Efrînê û bi Serêkaniyê bibe.

Heger Tirkiye bi rastî piştgiriya ENKSê dike bira Efrînê û Serêkaniyê bide ENKSê. Bira bihêle hemû kurdên ji Efrînê, ji Serêkaniyê û Girê Sipî koç kirine vegerin malên xwe.

Bira çeteyên xwe ji Kurdistanê derxin. Bira van tiştan bikin, emê ji ji wan bawer bikin.


Li Idlibê ketine gerekê, ew Rûsya hatine nuxteya şer, dixwazin bi ENKSê firildaqekê bikin. Yanî miheqeq planeke tirkan ya nuh heye û ji bo wê dixwazin ENKSê wek maşe bi kar bînin.

Tirkên li başûr li dijî referandûma serxwebûnê bûn, li Kerkûkê li dijî kurdan û li dijî hildana ala kurdî û Barzanî bûn, tirkên kurd bi şer û bi birçîhîştinê tehdîd kirin nabin dost û piştgirê tu kurdî, tu partiya kurd.
Tirk tenê ji bo xerabiyê, nerindiyê, fêsadiyê, kuştin û têkbirinê piştgiriya cahşan û xayinan dike, ne mimkûn e tirk ji bo xêrê, ji bo ku li Sûriyê kurd bibin xwedî maf piştgiriya ENKSê bikin.
Yê baweriyê bi gotinên tirkan bîne ya pir saf e ya jî zilamê tirka ye. Tirk neyarê her kurdê, her partiya welatparêz e.

XXX
Hin kes di profîlên xwe yên medyaya sosyal da navê kurdî li xwe dikin, lê di cuzdanê da nav û paşnavên wan bi trkî ye.
Di medyaya sosyal da navekî kurdî li xwe kirin têrê nake, dibê meriv nav û paşnavê xwe yê cuzdanê, nasnameyê biguhere.
Ne ku di profîlên medyaya sosyal da nav bi kurdî be û di cuzdan û pasaportê da jî bi tirkî û erebî be.
Şerm e paşnavê kurdekî hîn jî "Turk, Ozturk, Canturk, Hasturk, Turkoglu", jahrturk û nizanim çi turk be !

XXX
Baweriya dînî tiştekî muhteşem e, meriv matmayî dihêle.
Ne îslam tenê, di hemû dînan da dîndariya zêde hin însanan bûdele, dîn dike; bi xurafayan, bi virên mîtomanan dide bawerkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE