05 februari 2020

Tilpik ewro li ser Mêrdînê


-Ez nexweşim tu were ser min
Tu guçê lihêfê hilde bikeve ber min
Eger xelkê go va çiye, çi tewa ye
Ezê bibêjim çavê we kor e
Meleyê donzde ilm e hatîye ser min.


-Li min û dîyaran ji dîyarê Henzarşayê
Berfek li gundê me barîbû fena kayê
Bira çavên dîya min û bavê min kor be
Zavekî xwe dîbûn, bi milê min girtin û danê.

-Tilpik ewro li ser Mêrdînê
Cotek kewê gozel dixwîne li ser hêlînê
Xwedêyo tu miradê aziban biqedînî
Ser zîyareta Mem û Zînê.

-Tilpik ewrê tarî li ser dengizê
Kulîlk berda ser nêrgizê
Ez terka çavê reş û belek nakim
Hetanê axirdewrê û qatir biz

-Ez nexweşim li ber mirinê
Tu kerem ke were ser rojinê
Belkî Xwedê min bide
Xatirê te bilmezê, te torinê.

-Tu were rûnene li wî erdo
Tu were ser sivîngê mala bavê min da rûne û lingan berdo
Bira ji fesad û gelacên gundîyan ra bibe mereq, kul û derdo.

///Berhevkar: Suphî Aydin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE