15 februari 2020

Sujdeya şêx



Şêx bi mirîdekî xwe ra sê sujde şandin ji şêxê hevalê xwe yê bajarekî din ra. Mirîd bi rê da du sujde firotin, perê wan bera bêrîka xwe da; ma yek.

Şêx zanîbû ewê sê sujde jê ra bihatana, lê mirîd yek tenê anî bû. Ji mirîd ra got:

-Ma şêx sujdeyek tenê da te?
Mirîd got:
-Erê sujdak tenê da min.
Şêx got:
-Bise ezê ji şêx bipirsim, hela çend sujde ji min ra şandine. Û hema paca kêleka xwe vekir, serê xwe ji pacê derxist û dest bi peyvê kir:
-Şêx, ma te çend sujde ji min ra şandibûn? Sisê, erê min fam kir, sê heb…
Berî ku şêx tiştekî bibêje mirîd got:
-Madem hûn kanin di pacê ra bi hev ra bipeyivin, wê demê çima we ez heta vira eware kirim, hema bira di pacê ra bida destê te…


Meraqa bûkê
Bûka bajarî cara pêşî bû diçû gund, mala xezûrê xwe. Bala xwe dayê birrek qaz li ber mala xezûrê wê ye. Ji meraqê xwe ranegirt, ji xwesiya xwesiya xwe ra got:
-Metê, ma hûn çawa kanin di nav hewqas qaz da dîk û mirîşkan ji hev bigerînin?
Xwesiyê got:
-Keça min, ne hewcî me ye, ew xwe ji hev digerînin...


Sunet
Mêrik rocî nedigirt, lê her şev bi xanima xwe ra radibû sihorê. Şevekê jinikê jê ra got:
-Malava, tu rociyê nagrî, lê tu her şev jî radibî sihorê. Ev çi îş e min fam nekir?
Mêrik keniya û got:
-Xanim, dibê meriv têkiliya xwe ji rociyê ji bin da qut neke. Min got hey ez ferzê bi cî naynim, qet nebe sunetê bi cî bînim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE