15 februari 2020

Şelaf pir bêûjdan û bêexlaq in


Gelek kurd bêyî ku xwe veşêrin, bi eşkereyî bûne paşmêrî û şûrkêşên Erdogan û dewleta tirk.

Weîzefeya wan a bingehî, bin navê dijberiya PKKê û HDPê, neyartiya tevgera kurd ya netewî ye, dixwazin kurdan bifetisînin, bêdeng bikin.

Ew bûne zilam û xulamên tirkan, dixwazin kurd hemû wek wan teslîm bibin û bibin tirk.


Ji van kesan hinek bêdil in, ya ji tirsa ruhê xwe, ya jî ji ber hin berjewendiyên şexsî bûne merivên dewletê.

Hinek jî bi dil û can bûne û ji vê şelafiya xwe jî qet şerm û hîcab nakin. 

Ji van zilamên Erdogan û dewletê hinek hene pir êrîşkar in, wek gurên har in, ji faşîst û panturkîstan hartir û êrîşkartir in.

Ji destên wan were ewê HDPê, dilxwazên PKKê, bi milyonan kurdên ray dane HDPê di tasek av da bifetisînin, hemûyan wek terorîst di kampekê da top bikin û gişan hêdî, hêdî wek naziyan kirin, di firnan da bişewitînin.

Ji van kesên pir zalim, bêûjdan û ji panturkîstan jî hartir yek jî Îdrîs Kardaş e.

Îdrîs Kardaş li ser kurdekî pûlisan girtiye gotiye, ”Meriv kane ji vê xeberê ra sernivîseke wiha jî binivîse:

”Terorîstê HDPê ji mala parlamenterê PKKê derket.”

Hewqasî neyar û har e, bê mahkime, bêyî ku meriv bizanibe yê girtine sûcekî wî heye, ya tuneye, mohra terorîstiyê û PKKê him li wî û him jî li parlamenterê HDPê xistiye.

Tu ferqa vî merivê har û bêûjdan ji Develet Bahçelî û ji Dogu Perînçek tuneye.

Dibêjin ew kurd e û ji Diyarbekrê ye, lê ez dibêjim ewê ne kurd be, kurdek mixalifê PKKê û HDPê be jî dibê hewqasî ne har û bêûjdan, hewqasî bêexlaq be, hewqasî ne neyarê qewmê xwe be…
Zimatiya neyar jî, xiyanet jî, cahşîtî jî sînorekî wê heye...

XXX
Kesên ruhê kurdayetiyê pê ra zeîf e ji bo ku vê qelsiya xwe veşêrin çepîtiyê, dîndariyê, îslamîyetê, întenasyonalîzmê ji xwe ra dikin mertal.

Ji bo ferdê miletekî bindest û bêdewlet dibê nasnameya qewmî di ser nasnameya îdeolojîk, siyasî, dînî û meslegî ra be. Kesê bindest berî her tiştî dibê bixwaze ji bindestiyê xelas bibe û ji bo wê micadelê bide.

XXX

Moz hene hingiv çê dikin, moz hene hingiv dixwin.
Hinek dikin, hinek dixwin.

Teyr hene hêlînan çê dikin, teyr hene di hêlînên teyrên din da hêkan dikin.

Hin kes hene wek mûriyan dixebitin, hin kes hene wek tiralên Bexdayê ne, tenê malê xwarinê û leqleqê ne, ne ji defê ra dibin, ne jî ji zurnê ra.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE