20 februari 2020

Qey Çavuşoglu henek kiriye...



Nîmet Dawûd

Endamê komîteya serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd ji Rûdawê ra qala naveroka hevdîtina ENKSê ya bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu ra kiriye, gotiye xwedêgiravî ”wan hewlên guhertina demografîk şermezar kiriye û Tirkiye jî li Kurdistana rojava li dijê guhertina demografîk bûye.”

De hûn bala xwe bidin vê derewa bi boçik û vê qeşmeriyê!

Tirkiye çawa li dijî guhertina demografiya Kurdistanê ye?

Derewek, pêkenînek, qeşmeriyek ji viya mezintir dibe?


Ji bo ku demografiya gund û bajarên kurdan were guhertin Tirkiyê fermana kurdan rakiriye, Kurdistan wêran kiriye, bi milyonan kurd bi çol û çepelan xostiye.

Tirkiyê Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê dagir kir û bi sedhezaran malbatên çeteyên Daîşê di mal, gund û bajarên kurdan da bi cî kirin ji bo ku demografiya Kurdistanê biguherin. 

Tirkiyê ji bo guhertna demografiya Kurdistanê Daîş bera bedena kurdan da. Îcar çawa dibe Tikriye li dijî guhertina demografiya Kurdistanê ye?

Heger Tirkiye naxwaze demografiya Kurdistanê were guhertin wê demê çima kurdan ji warên wan didin koçkirin û bi sedhezaran malbatên çeteyên îslamî li Kurdistanê bi cî dikin ?

Îtîlaf mîtîlaf hemû nav e, hemû pîyon û maşikên di destê Tirkiyê da ne. ENKS bi Îtîlafê ra çi peymanê çê bike, Îtîlaf çi sozê bide ENKSê jî vala ye, çimkî her tişt di destê Tirkiyê da ye, Îtîlaf emirberê Çavuşoglu û Erdogan e, tu tiştekî Îtîlaf bêyî Tirkiyê bikanibe bide kurdan tuneye. 

Çimkî yê li Sûriyê şerê kurdan dike Tirkiye ye, yê Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê dagir kiriye ne Îtîlaf e, Tirkiye ye. Îtîlaf nikane erd ji Tirkiyê bigre û bide kurdan.

Îtîlaf nikane rê li ber guhertina demografiya Kurdistnaê bigre.

Îtîlaf nikane kurdan vegerîne cî û warên wan.

Lema jî ewê çi bibêje, çi peymanê bi kurdan ra çê bike jî di piraktîkê da tu qîmeteke wê tuneye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE