04 februari 2020

Nivîsa min a li ser birinca nêrmo deng da !


Wer xuya dike nivîsa min a li ser ”birinca nêrmo” gelkî bala milet kişandiye. Min nuha li îstatîstîka tikandina bloga xwe ya îro nêrî.
Tîraja heta nuha 1461 e.
Hîn saet 19.00 ye, saet ji 24.00 ra hîn 5 saet heye. Heta 5 saetên din belkî jimar bigihîje du hezarî jî.
Ev tîraj ji bo blogîstekî swêdî ne tiştek e, lê ji bo blogîstekî kurmancî pir e.
Diyar e kêfa kurdan ji mijarên nêrmo rat ê, lema gelek kesî nivîs xwendiye.


Lê ji 1461 serlêdanê yek kesî jî nivîs şirove nekiriye, li ser birinca nêrmo fikrê xwe negotiye. Tim wiha ye, kes nivîsan komentar nake.

Bi piraniya kurdan ra cesareta medenî tuneye, kêm kes diwêre fikrê xwe bibêje. Dixwîne lê fikrê xw enabêje, naxwaze bibêje.

Sebebekî din jî helbet nezanîna nivîsandina bi kurdî ye, gelek kes kanin bi kurdî bixwînin, lê nikanin binivîsin, cesaret nakin çend gotinan bi kurmancî bibêjin. 

Û fêr jî nabin. Wer bi wê tirsê ra, tirsa ew bi kurdî nizanin dijîn…

2 kommentarer:

  1. Lê te dî, tirs çiqas li me kurdan nayê apo!
    Heyfa vî gelê wêrek go ditirsin di gotinan bi zimanê xwe binivîsin.
    Tim tirsek di dilê vî gelî de heye li ser zimên, geh ji dijmin ditirsin geh ji xwe ditirsin! Tu ji min bipirsî barê “tirsa ji xwe” ji barê “tirsa ji dijmin” girantir û mezintir e.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Belê rast e, tesîra tirsê, nebaweriya bi xwe pir e.

      Radera

PARVE BIKE