12 februari 2020

Nayê bîrê



Keçikê rojekê bi meraq ji dayika xwe pirsî:
-Dayê, tu bi qedrê Xwedê dikî, heta nuha te çend mêr kirine?
Diya wê got:
-Keça min, bi qasî tê bîra min dudu ji Silîva, sisê ji mala kirîva, yek Evdoyê Guhşelte û yek jî rahmetiyê bavê te. Keça min, weleh destê diya te di hevîr da ye, çend çirtik û pirtikên di ber ra jî nuha nayên bîra diya te…


Karê ecele
Mêrik li ser terzî ji xwe ra qatek kinc dabû dirûn. Terzî tim roj bi rojan dida, kinc wî nediqedand, geh digot sibe ewê biqede, geh digot dusibe. Rojekê mêrik hew tehamul kir, ji terzî ra got:
-Hoste, Xwedê dunya di şeş rojan da xuliqand. Lê yê te ev meheke te hîn qatek kinc neqedandiye.
Terzî mezicî û got:
-Rast e, lê ka ji min ra bêje, ji vê dunya Xwedê di şeş rojan da xuliqand tu memnûn î?

Çav kor be jî aqil heye
Jinikê ji mêrê xwe yê kor ra pesnê bedewî û pakiya xwe dida, got:
-Mêro, xwezî tu ne kor bûya, te yê bidîta bê ez yeka çiqasî pak û bedew im.
Yê kor got:
-Jinê, erê çavên min kor in, ez bejn û bala te nabînim, lê ma aqilê min jî tuneye? Heger bi rastî jî tu yeka hewqasî pak û bedew bûya, ma te ez korê reben dikirim?

Rocî
Rojeke remezanê çend zarokên nerehet bala xwe danê wa ye kalekî rîsipî li ber dîwarekî rûniştiye û cixarê dikşîne. Çûn bela xwe di kalo dan, kevir avêtin jê da, gotin tu çima rociya xwe dixwî…
Kalê feqîr ji ber wan reviya, çû derî bajêr. Tam di wê taftafê da bû gurrîna tavan û şîrqîna burûskan û zîpikê dest pê kir. Zîpikeke wer hey hewar, her hebek wê bi qasî gûzekê bû. Kalo berê xwe bi ezmanan da kir û got:
-Xwedêo, wer xuya ye tu jî bi teqala zarokan ketiye, tu jî bûyî hevalê wan sûtalan. Nizanim ji te ra bibêjim çi !

Çend maşe
Sofî Mihemed êvarekê rehet nesekinî, tim bela xwe di pîrê da. Pîrê dît ne nedît nabe, rahîşt maşa li ber sobê û çend maşe li qorikê xist. Sofî bala xwe dayê fis ne oxir e, yek nekir dudu, baz da qahwê. Li qahwê hevalekî wî jê ra got:
-Ez dibêjim hewa îro pir sert bû ne wisa?
Sofî Mihemed hewayê wek Hewê fêm dike, ji ber ku navê xanima wî Hewê bûye, gotiye:
-Hema sert be ewê çi be, ne sert be ewê çi be, here were çar pênc maşe li qorika min xist…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE