10 februari 2020

Min jê ra gustîlek kirî û serê xwe vehesand


Min berê nivîsî, çend roj berê xanimê gustîla xwe ya pir jê hez dikir, li gorî gotina wê li ber dilê wê pir delalî bû, wenda kir. Ev çend roj in wer qala wê dike, dibêje û dinuhurîne, çi gustîl bû, çi gustîl bû, ev 30 sal bûn di tilîka min da bû...

Ji bo ku ji pilepila wê xelas bibim, îro min çû gustîlek ji ya wê gelkî xweşiktir û buhatir jê ra kirî û xwe ji pitepita wê xelas kir...


Ev çend roj bûn wer qala gustîla xwe dikir, digot kê dît nuha ji xwe ra kêf kir.

Îro me da dû hev û em çûn zîvkir. Min jê ra gustîlek ji ya wê gelkî xweşiktir û buhatir jê ra kirî.

Pere jî min nehîşt ew bide, min da. Min got xanim bira ev jî diyariya min be.

Gustîleke gelkî xweşik e, qaşa wê rêzek almasên sipî ne.
Nuha kêfa wê li cî ye, tim bala xwe didê, dibêje ne xerab e, ya muhîm qasidî ye.

Pere aletê kêfxweşiyê ye, gava hebe meriv kane bike aletê kêfxweşiyê xwe û hinekên din. Îro min wer kir…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE