05 februari 2020

Mêrik rojê di himêza yekî da ye...



Erdogan geh xwe davêje himêza Trump, geh xwe davêje himêza Pûtîn. Geh bi Trump ra çavan qurç dike, geh bi Pûtîn ra. Geh bi Pûtîn ra cîlwenaziyan dike, geh bi Trump ra.
Lê bi yekî jî nayê serî. Geh ji wî dixeyide, geh ji yê din.

Geh dibe heval û dildarê Trump, geh dibe mitefik û dildarê Pûtîn...

Gava Trump hew tehamulî naziyên wî dike û sîleyekê lê dixwe, dihere xwe davêje himêza Pûtîn; gava ji emrê Pûtîn derdikeve û Pûtîn şîrmaqekê lê dixwe, dîsa paş da baz dide himêza Trump.


Ev roj roj in pişta xwe bi Pûtîn da kiriye, dîsa bi Trump ra naziyan dike, dîxwaze here dîsa bi Trump ra hol be.

Erdogan çend meh berê Trum û Amerîka bêminet kir, çû di himêza Pûtîn da rûnişt, pesnê Pûtîn da, ji Rûsyayê S-400 kirîn.

Lê nuha li ser Lîbyayê û Îdlibê bi Pûtîn ra ketine gewriya hev. Nuha jî telefonî Trump dike, dixwaze dîsa here têkeve himêza Trump. Mêrik Hurmuz xanima hef mêrî jî derbas kiriye, rojê di himêza yekî da ye.

Lê Pûtîn wek Trump ne bînfireh e, ew xapandinên wiha efû nake, ewê ji Erdogan ra çêyiyekî bifikire… 

XXX

Dibê meriv bi her peyva şîrîn, bi her îltîfatê nexape. Berî qurban were şerjêkirin hustuyê wê tê tevdan û mizdan.

Çi heyf gelek kurd bi îltîfatên neyarên xwe zû dixapin. Ders û îbretê ji serpêhatiyên bav û kalên xwe nagirin. Ji bo wê jî bi hezaran kurd îro hevalbendên dijmin in.

Dema hafize zeîf be, meriv dersê ji tarîxa xwe negire kirinên dijminê xwe ji bîr dike. Meriv tarîxa xwe nizanibe, xwedî hafizayeke zeîf be, şiûra netewî jî kêm dibe û zû dikeve kemîna dijminê xwe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE