12 februari 2020

Mala bavê delêl dike ji vir bar ke


Dûrikên(dîlokên) kurmancî.

-Ehmed hatî ber derê mala bavê min titûnê teze
Minê ji te delalîyê dilê xwe re girtîbû, kirîbû nav destmala dorgewez e
Minê berîya êvarê ji delalê dilê xwe re biribû pêşîya pez e.


-Ehmed gîya mêrgan gîya hoşo
Destê min Soka reben yek elbo, yek beroşo
Herçî mezinê Gabelekan û Keçelan hene,
dîn û îmanê xwe difroşo
Çima nahêlin Soka reben here,
pezê bav û birangê xwe bidoşo.

-Ehmed hîv derketî, hîva zero
Ortega Gabelekan û Keçelan bişewite
Ne taldeye û ne jî çepero
Malxirabo min ji te re nego
Piştî hîv çû ava hîna wero.

-Lawiko lawo, tu bi ku da diçî min ji bîr neko
Hingulîska zêr û zîvan di bêçîya xwe ko
Gava ez bikevim bîra te, tu yê derxîn lê mêzeko
Dûr û nîzîk hesab yeko.

-Dotmam, dotmam heba tirî
Dotmam çûye Mûşê kavir kirî
Ez heta ji welatê xerîb vegerîyam
Dotmam dane û qelin jî birî.

-Lolo Mehemedo
Bila ne payîz ba, ne zivistan ba
Tim û tim buhar ba, havîn ba
Bila mala me li konan ba, li waran ba
Bira bayê xerbî bihata, li pêşîya konê reş bixista
Bira çît û çeper biqetanda, bira ser me raba
Der û cîran, dunya alem, giştika bidîya, lo eşkere ba
Hero lo bese lo, bese lo, bese lo
Xirabê mêran te ez ne xwestim, ne jî revandim
Te nîvê şevê şûn da, di agirê cinan û pêrîyan da ez helandim.

-Mala bavê delal dike ji vir bar ke
Bira bi destê mi keçikê bigre tevheval ke
Eger dike heval bira bi heval ke
Eger nake heval
Bira şûna warê delal bikolo
Min jî bigro, di axa sar ke.

-Delal li min û dîyaran ji dîyarê Qermerûtê
Delal tuyê hespê bikşîn, cehnî li du tê
Rebîko tu miradê miradxwazan biqedînî
Li ser zîyareta paş Oxnûtê.

///Berhevkar Suphî Aydin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE