21 februari 2020

Li ser minaqeşeyên li ser zimên


Gelek kes bi nêteke pak û paqij ji bo ku kurmancî bibe zimanekî tekûz û standart hin kar û xebatan dikin, dinivîsin, kitêbên îmla û giramerê çap dikin, di medyaya sosyal da minaqaşeyên li ser zimên dikin, fikrên xwe dibêjin, ji bo rastnivîs, îmlayeke mişterek hin qaîdeyan pêşniyar dikin.

Bêguman tu kes van kar û xebatan ji bo xerakirina kurdî nake, nêta, armanca gişan jî pak e û giş jî dixwazin kurmancî bibe zimanekî tekûz, bi ser û ber, standart.

Lê bi Xwedê van minaqaşeyên li ser kurmancî ez û gelek kesên din gêj kirine, meriv nizane ji kê bawer bike, ji kê bawer neke. 


Yek ne cerahê dil be, li ser emelîyata dil napeyive. Gava bipeyive xelkê pê bikene, kes guh nadê.

Yek ne tuxtorê cav be, li ser çav û emelîyata çav napeyive kes guh nade gotinên wî, ewê jê ra bibêjin bira tu ne pisporê vî karî ye.

Yek ne pilot be, li ser balafir çawa ji erdê radibe, teknîka firînê napeyive. Ji bo bipeyive dibê mihendiz û pîlotê balafirê be.

Lê di mesela zimên da zarûrîyeteke wiha tuneye, her kesê bi kurmancî zane û çend termên li ser zimnên fêr bûye xwe tevî meslê dike û li ser zimên dipeyive, xelkê û kitêban rexne dike, dîtin û pêşniyaran pêşkêş dike, hin teroriyên nuh li hev radigire.

Kes nikane zanîna kesî bipîve û bibêje weleh li gorî van, van tiştan tu ne ew kesê ku kanibe li ser vê zimên bipetivî, zanîna te, ilmê te têrê nake.

Yanî yê zane û yê nizane, yê zanîna wî têrê dike û yê zanîna wî têrê nake, ji bo ku wek tuxtoriyê û pîlotiyê ehlîyet û dîplome ne lazim e, ji kesê zane bêtir dipeyive û xelkê rexne dike. Ev jî dibe sebebê peydabûna tevliheviyê û kaosê, meriv gêj dibe...

Weleh bi van nivîs, rexne û minaqaşeyan ez bi xwe gêj bûm, mejuyê min çelqiya, kurmanciya ez ji dê û bavê xwe, li herêma fêr bûmbûm min tevlihev kir.

Tu nemaye ez bibêjim kurmanciya ez fêr bûme ne kurmancî ye, gişk şaşomaşo ye.

Çimkî li gorî qaîde û kurmanciya hin zanayên zimên pêşniyar dikin dibê ez dev ji kurmanciya xwe berdim û zimanekî nuh fêr bibim. Bi zimanekî wiha bipeyivim û binivîsim dê û bavê min, merivên, kesên herêma min ji min fam nekin, bi min bikenin.

Lema jî ezê dev ji kurdiya xwe, ji kurmanciya xwe bernedim, heta nuha min çawa nivîsîye, ez çawa peyivîme ezê wer bidomînim.

Kî bi ya kê û bi ya kîjan rêbera rastnivîsê dike bi kêfa xwe ye, ez ji kesî ra tiştekî nabêjim.

Lê ez kanim bi xwe. Ezê xwe qet tevî van minaqaşeyan nekim, kurmanciya heta nuha min pê nivîsiye, devoka ez pê mezin bûme û hin qaîdeyên maqûl yên het anuha me pê nivîsîye, ezê bidomînim. 

Ez ji Zinar ra tu carî nebêjim “Zinarî”, ji Mûrad ra tu carî nemêjim “Mûradî”, ji Mahmûd ra nebêjim “Mahmûdî” û ji şivan ra jî nabêjim “şivanî”!

Kî ji çi ra dibêje çi bira bibêje, kî çawa dinivîse serbest e, kî kîjan qaîde, kîjan rêbera rastnivîsê qebûl dike azad e, ezê bi kurmanciya xwe ya hata nuha min pê nivîsîye binivîsim.

Hinek kanin vê dîtina min ne ilmî, şaş bibînin û min rexne bikin. Ev heqê wan e. Ez neheq p şaş bim jî, tiştê nekeve serê min, tiştê rast nabînim nakim û ezê tu carî jî nekim.

Hin kêmasiyên wê hebin jî tişt nabe, qenekê devoka herêmekê, bajarekî ye, lê ne gêrmiya gavanan e.

Heta em nebin xwedî dewlet, ya jî xwedî dezgeh û otorîteyeke ji yên îro baştir minaqaşeyên bi vî rengî ewê dewam bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE