12 februari 2020

Li ser minaqeşeyên "kerîtiya umetê" !

Îbrahîm Xelîl Baran


Çend roj berê Hudaparê û hin partiyên tirk bi hev ra li Diyarbekrê bi şîara ”Quds ya me ye” mitîngek çêkirin. 

Bi dehhezaran kurd beşdarî mitîngê bûn û Îsraîl, Amerîka bi dilşewatî protesto kirin.

Îbrahîm Xelîl Baran, piştî mitîngê îslamiyên kurd rexne kir û di nivîsa xwe da metafora ”kerên umetê” bikar anî; yanî got hûn bûne ”himalên umetê”, himalên musilmanên ereb û tirk.
 
Her çiqas Î. X. Baran, gotina ”kerên umetê”  bi mecazî, wek metaforeke ”hûn bûne himalên musilmanan bi kar anî be jî, gelek kesên îslamî ji vê gotinê pir aciz bûn û êrîş birin ser Î. X. Baran. 

Ev sê roj in gotinên pir giran ji Î. H. baran ra dibêjin, heqaretên nemayê lê dikin.

Î. H. Baran do bersîveke pir xweş, pir bi mestewa da îslamiyên êrîşî wî dikin.

Î. X. Baran. di nivîsa xwe da dibêje: 

”Kurdên dibêjin Quds ya me ye,  nikanin bibêjin Diyarbekir ya me ye. 

Temam em bibêjin Quds dan we; ma hûn bigrin tevî Kurdistanê bikin, ya jî pêşkêçî tirk û ereban bikin?
Hûn kerên umetê ne çimkî hûn tim ji bo hinekên din dadikevin meydanan û bar li pişta xwe dikin.
1, 6 milyar misilman hene. 68 dewletên misilman hene. 57 endamên Teşkîlata Îslamî û 22 dewletên ereb hene. Lê belê her çi hîkmet e xweperçekirina ji bo Qudsê bûye wezîfeya kurdên yek dibistana wî ya destpêkê tuneye. Ji bo xizmeta kerê alif didinê. Yê we çi yê we heye? Qet.
Xapandina kurdan bi Selahedîn rehet e. Çi ye, efendim Quds ya Selahedîn e. Belê, lê belê împaratoriya Selahedîn hebû. Çi yê we heye? Qet.
Ji deha yekê împaratoriya Selahedîn bidin min, ezê Qudsê bi edalet îdarebikim. Lê belê nuha derdê min ne Quds e Kerkûk e, Qers e, Kirmanşan e, Qamîşlo ye…”

Bi kurtî Î. X. Baran, di nivîsa xwe da dibêje kurdên îslamî ji bo Qudsê, ji bo “umetê” hewqasî xwe didirînin, xwe dikujin, çima “umet”, yanî misilmanên din piştgiriya kurdên blindest û bêdewlet nakin, çima ew naxwazin kurd bibin xwedî dewlet?

Û ya din jî, tiştê kurdên îslamî ji filistîniyan û ji musilmanan ra dixwazin, çima ji xwe ra naxwazin?

Ev herdu pirs jî rast in û gelkî muhîm in, gerek ronakbîrên kurd, îslamîyên miletperwer vê meselê minaqaşe bikin û li hemberî êrîşên ser Î. X. Baran bêdeng nemînin. 

Bi taybetî jî întelektuelên dîndar dibê li vê minaqaşê temaşe nekin, ew jî fikrên xwe, bîr û baweriyên xwe bibêjin. Ev yek wezîfe û wacibekî wan û her ronakbîrî ye. 

Lema jî ez bang li ronakbîrên dîndar û întelektuelên kurd yên din jî din jî dikim, dibê ew li ser vê meselê xwe bêdeng, xwe kerr û lal nakin, li lînckirina Î X. Baran nebin temaşevanên bêbizav, tirsonek.

Mesleyeke siyasî, dînî, îdeolojîk, netewî ya pir cidî heye, du alî li ser vê meselê minaqeşe dikin. 

Kesê di tûrekê wî da tiştekî wî hebe, kesê gotineke wî ya bibêje hebe dibê xwe bêdeng neke, miheqeq bibêje.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE