14 februari 2020

Li ser kurdên bi erebî dinivîsin


Ji kurdên rojavayê Kurdistanê ra !

Gelek kurdên rojavayê Kurdistanê ji min ra daxwaza hevaltiyê dişînin.

Navên wan bi kurdîye, nizanim "Bavê kê ne", lê dema ez bala xwe didim malpera wan, hemû bi erebî ye, rêzeke bi kurdî û bi elîfbeya latînî nabînim.

Ji bo ku ez bi erebî nizanim, ez nizanim çi dinivîsin, çi dibêjin, çi belav dikin?


Berê min digor belkî kurdên me tenê pir bi tirkî dinivîsin, lê maşela kurdên rojava solên yên me di teqê ra avêtine, heft xwezî bi kefendiz.

Ji nuha û pê da ezê hevalltiya kesên tenê bi erebî dinivîsin, di malpera wan da kurdiya bi elîfbeya latînî tunebe qebûl nekim. Çimkî ez nizanim çi ne, çi dibêjin û çi belav dikin...

Ez naxwazim malpera min bibe hêlîna erebîaxêvan û zimanê erebî.

Ez bi qasî ji tirkî aciz im, ji wê bêtir ji erebî aciz im, naxwazim dildarên erebî di malpera min da bidin lotika û bi erebî ji hev ra binivîsin.

Gelo ji ber ku cumleyên erebî û kurdên rojava yên di bin tesîra erebî da ne pir dirêj in, bênuxte û bêdawî ne, twîtter têra wan nake lema li vir xuya nakin?

Ereb neyên nav me baştir e. Ereb herin ku wira tevlihev dikin, gelş û teşxele tim dawa ereban da ye, herin ku bi xwe ra dibin.

Cihan Xortizerraqi Hevalê hêja ew nizanin latini binvisinin

Zinarê Xamo Ez qebûl nakim malpera min bibe platforma dildarên erebî !

Cihan Xortizerraqi Zinarê Xamo heval ew ser biryare teye ez ser xwi bêjim ez kurdê tirkiyê me ez erebki nizanim binîvisim lê kurdê İran ê û surîjî nizanin latini binivîsin

Bedran Acar Wey destê te sax be û ez te pîroz dikim Kekê Zinar.

Rohat Neçirvan Zor mafdarî kekê.Mixabin heman tişt di nav kurdên bakur de jî heye .Pirraniya kurdên bakur jî bi zimanê turkî dinivisînin diaxifin û dixwînin.

Fares Jaffar Li ba me li rojava hukmeta sûriyê xwendin û nivsadin bi kurdî qedexe kirbû û ya ku bi kurdî bixwine dikirin zindanê lewma piraniya me bi erebî dinivisin

Zinarê Xamo Rewşa me jî eynî bû û hîn jî eynî ye.
Li Tirkiyê zimanê kurdî ne serbest e, kesî di dibistan û zanîngehan da nexwedniye.
Dema em ji hev fêm nekin ji bo çi emê bibin hevalên hev?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE