06 februari 2020

Li hemberî êrîşên Tirkiyê dibê meriv bêdeng nemîne

Fûad Onen


Bi berdana hevalê xwe yê hêja Fûad Onen kêfxweş bûm.

Diyar e nexwestin nuha tewqîf bikin, hîştin rojeke din. Dixwazin bi metodên wiha çavê kurdan bitirsînin.

Tiştê din yê kêfa min anî piştgiriya reaksiyon û kurdan bû. Kurd bêdeng neman, reaksiyoneke pir baş nîşan dan. Tesîr li dijmin kir, nekir nizanim, lê bersîva kurdan gelkî baş bû. Ez dibêjim ne mimkûn e tesîr nekiribe. 


Dibê meriv tim wiha bike, li hemberî çavsorî terorîzekirina siyasetmedar û ronakbîran bêdeng nemîne, bi kîtlewî li dij derkeve...

Yên li hemberî vê çavsoriya dewleta tirk bêdeng man û xwe wek mirîşkan melisandin pir şerm kirin, rojekê ewê dor were wan jî.

XXX
Abûkatên Fûad Onen li ser rewşa wî me agahdar bikin baş e. Dost û hevalên Fûad, hezkiriyên wî, bîr û raya giştî rewşê meraq dike. Lema jî rewşa dawî çi ye abûkat bibêjin, di vî warî da bîr û raya giştî agadar bikin baş dibe.

XXX
Ji xweşikiyên xortaniyê yek jî xurtiya hiş e, meriv tişt-mişatan zû fêr dibe. Gava meriv kal dibe hiş namîne, hafiza zeîf dibe, merv dixwîne, naxwîne diştek di serî da namîne.

Xortno, qîmeta xortaniyê bizanibin, heta ji we tê bixwînin. Û hezkirinê jî ji bîr nekin, rişma serê dilê xwe berdin, bira dilê we azad û serbixwe be…

XXX
Heger hûn dixwazin ji jiyanê aciz nebin vala nesekinin, tiştekî bikin, çi ji destê we çi tê bikin, bi tiştekî mijûl bin, tiştekî bixuliqînin. Yên bi kurdî nizanin fêr bibin, tiştên bi kurdî bixwînin, binivîsin.
Ev yek ewê ji bo we jî, ji bo civatê jî baş û bi feyde be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE