23 februari 2020

Kurdên bi dagirkirina Efrînê û Serêkaniyê kêfxweş bûne hene

Mistefa Misto, Abdulezîz Temo, Muhamed Îsa


Do bi şev min vîdeoyeke, beşekî programa sê kurdên rojavayê Kurdistanê dît. Programeke TRTkurdî ye. Hinekan qismekî wê belav kiribûn. 

Li hemberî gotinên beşdaran meriv wek kurd dikeve binê erdê, ji kurdayetiya xwe şerm dike.

Di programê da dibêjin ew bi dagirkirina Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê pir kêfxweş bûne, sipaspî Tirkiyê dikin, dibêjan mala Tirkiyê ava be, ev bajar ji terorîstan paqij kirin, nuha rewş pir baş e. Ew minetdarê artêşa tirk in.


Her kes tiştê layiqê xwe dike.

Meriv çawa kane hewqasî bêûjdan, bênamûs û hewqasî neyayê gelê xwe be hişê min nagire!

Di nav 400-500 milyon ereb da yek erebê wek van hersê kesan dagirkeriya Îsraîl biparêze, pesnê Îsraîl bide tuneye. Ne ereb tenê, di nava tu miletekî bindest da bênamûsên wiha tuneye. Bêhesiyetên wiha tenê ji nav kurdan derdikevin. Û ne ev hersê kes tenê ne, bi hezaran kesên wek van hene.

Tiştê ecêb heta nuha kesî li tu derê gotineke tahl ji van xayinan ra negotiye, rojekê yekî tûyî ruyê yekî ji wan nekiriye.

Ev jî tiştekî pir ecêb e.

Her kes nikane îxaneteke wiha mezin, bênamûsiyeke wiha di telewîzyonê da biparêze û dû ra jî derkeve nava milet, bigere û fena ku tiştek nebûbe bijî.

Meriv kane gelek tiştan li ser wan xayinên xayinan bibêje, lê bi baweriya min ne hêjane meriv sîr û pîvazan jî di pozê wan ve ke. 

Yê li ber xwe keve, yê şerm bike bi dagirkirina welatê xwe, bi koçberbûna bi sedhezaran gelê xwe kêfxweş nabe.

Hersê kes ez qala wan dikim ne ENKS in, xwedêgiravî serbixwe ne. Bi qasî xuya dike bûne ajanên Tirkiyê. Her tiştê xwe firotine, kumê bênamûsiyê dane serê xwe...

Navên wan: Mistefa Misto, Abdulezîz Temo, Muhammed Îsa ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE