07 februari 2020

Ji do da ye hevalên in bênabên zêde dibin

Ez nizanim ji ber çi ye, çi qewimîye, ji do êvarî da ye belkî li dora sed, sed û pêncî (100-150) daxwazên hevaltiya facebookê ji min ra hatin, min nejimart, lê belkî hîn jî zêdetir bûn. 

Ez qebûl dikim û qebûl dikim dawî nayê. Miheqeq sebebek heye lê ez nizanim çi ye...

Di hevaltiya feysê da ji bo min ya muhîm kurdbûn û kurdperwerî ye, dibê ne haval û dilxwazê dijmin be. Gava ez di profîl û malperên wan da nîşanên, emareyên kurdperweriyê  dibînim qebûl dikim.
 
Daxwaza hinekan jî qebûl nakim; bala xwe didim profîlên wan, yên nakevin serê min, yên bîna kurdayetiyê jê nayê qebûl nakim.

Yên bi ala tirk û dostên tirkan bin, nîşzanên wiha bibînim daxwaza wan red dikim. Ne ez dibim hevalê kurdên dostên tirkan û ne jî wan dikim hevalên xwe, dûro bi nûro...

Ji zû da ye di rojekê da li ser hev hewqas daxwazên hevaltiyê nehatibûn.

Ji bo ku jimara hevalên min ji pênc hezarî derbas nebin, ji mecbûrî min gelek hevalên mirî, raketî û yên malperên xwe girtine ji hevaltiyê derxistin, ji bo ku ji yên nuh ra cî çê bibe.
Ya na li hundur kursî û ciyê rûniştinê nema...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE