18 februari 2020

Îro rojeke bi xêr û berket bû



Îro rojeke pir bi xêr û bereket bû, min du karên baş kirin.

Wê rojê min bihîst Antolojiya Çîrokên Zarokan-Hebû Tunebû- li welêt û li Tikriyê qediya ye. Gotin li Kurdistanê û li Tikriyê gelkî lê dipirsin, heger çapa duduya bibe ewê were firtotin.

Ez bi Weşanxaneya Rûpelê ra peyivîm, min got kitêb qediyaya û xelk lê dipirse. Heger hûn çapa duduya nekin, ezê li dereke din bidim çapkirin. 


Li ser pêşniyra min, Rûpelê biryara çapa duduya da. Kêfa min hat. 

Min îro 35 çîrokên nuh ji Rûpelê ra şandin, ewê wan jî li çapa nuh zêde bikin.
Çîrok hemû li ser hev ewê bibin 160-170 hebî. Hewqas çîrok herî kêm ewê bibe 600-700 rûpel, belkî hîn zêde. Ev jî pir e, meriv bike du cild baştir e.

Axirê çawa be jî îsal ewê çapa duduya ya Antolojiya Çîrokên Zarokan derkeve.


Bêyî viya îro min karekî din jî kir.
Çendakî berê dema min kitêba xwe ”Stiriyên Me” di arşîva xwe da dît, min got ezê li Swêd, li ba APECê çap bikim. Me li hev jî kir. Mala Elî Çiftçî ava be, camêr kitêb scana kir û gelkî pê da jî pê da ket û ji min tu heq jî nesitend. Gelek sipasdarî wî me.

Lê dû ra ez bi birayê xwe Fûad ra peyivim, got weleh meriv li Tirkiyê çap bike baştir e. Ji xwe min jî dixwest li Tikriyê çap bikim, lê min weşanxaneya biweşîne nedidît. 

Piştî ez bi birayê xwe xwe ra peyivîm, min biyar da li Tirkiyê bidim çapkirin. Lema min biyara xwe guhert û kitêb wek PDFê jê ra şand. Bi hêviya weşanxaneyekê bibîne.

Ez bi du weşanxaneyên kurdî ra peyivîm, gotin bişîne emê lê binêrin û bersîvekê bidin te. Min kitêb ji herdu weşanxaneyan ra jî şand. 

Ez nuha navê wan mabêjim, hêvî dikim ez bi yekê ra li hev bikim û kitêbê li Tirkiyê bidim çapkirin.
Li Tirkiyê çap bibe belavkirina wê rehettir e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE