01 februari 2020

Îngilîzan xatir ji Yekîtiya Ewrûpayê xwestin



Brîtanyayê şevê çûnî saet di 12a da piştî 47 sal endametî xatir ji Yekîtiya Ewrûpayê xwest û jê veqetiya. 

Bi hezaran îngilîz li Londonê li ber meclîsê kom bûn û veqetandin bi coşeke mezin pîroz kirin.

Berê ez alîgirê, piştgirê Yekîtiya Ewrûpayê bûm, lê nuha ji kok da li dij im. Yekîtiya Ewrûpayê mala Swêd xera kir.


Yekîtiya Ewrûpayê ji bo welatên Ewrûpa Rojhilat bû wek bilêta milî pîyangoyê û ji bo welatên Ewrûpa Rojava jî bû malwêranî.

Welatên Balkan û Rojhilatê Ewrûpayê bi xêra Yekîtiya Ewrûpayê ji gelek gelşên xwe xelas bûn, kirin dawa Ewrûpa Rojava. Bi perê Yekîtiya Ewrûpayê welatên xwe ava kirin.

Bi milyonan bêkar, feqîr, krîmînel, diz, grûbên problem şandin welatên Ewrûpa Rojava. 

Nuha li Swêd dizî, şêlandin, krîmînalî pir pêş da çûye, ne ewlekariya canê kesî heye, ne jî yê malê kesî. Lê bi taybetî jî jiyana kal û pîran di tahlûkê da ye. Her roj çend kes di malên xwe da tên şêlandin.

XXX
Yê tembel(tiral) ji bo ku tembeliya xwe nîşan nede dibêje ”Gava Xwedê bide ha rakeve, ha rakeve, gava Xwedê nede ha li bakeve, ha li bakeve…”

Ne rast e, Xwedê parî naxe devê kesî. Destê xebitî li ser zikê têr e. Yê dareke fêkî biçîne ewê him fêkiyê wê bixwe û him jî di bin siya wê da rûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE