25 februari 2020

Heskîf di bin afê da wenda kirin




Dewleta dagirker Heskîf di bin avê da hişt, kulturek, medenîyetek, paytexteka kurdan ya tarîxî ji ortê rakirin, di bin avê da wenda kirin. 

Ev qetlîameke mezin e. Çi heyf me nikanîbû rê li ber vê qetlîama tirkan bigirta.

Miletê bindest, bêdewlet bêîrade ye, ne xwediyê tu tiştî ye.


XXX

Yê ket siyasetê, bû serok û berpirsiyarê partiyekê gerek tehamulî rexeneyan jî bike.

Di hin rexneyan da neheqî û bêûjdanî hebe jî nabe meriv rexnekirinê li xelkê yasax bike.
Yê bû serî, bibê nebê ewê hin tişt werin serî.

Partiyek çiqas karê baş bike dîsa jî hin kesên wê rexene bikin ewê hebin; welew ku ew rexne ne di cî da û ne rast bin jî dibê meriv xwe aciz neke, bersîvê bide. Tebîeta siyasetê ev e, hinekê ji karê meriv razî bin, hinekê ne razî bin.

Kadri Özkan Birêz rexne mirov dibe rastîye lê di cih debe rexne ne tawanbarîye gerek alternetîfa rexneyê ji hebe kû rastî bête dîtin

Zinarê Xamo Rastiyeke mutleq tuneye. Di cî da, ne di cî da tiştekî îzafî ye. Meriv fikrê xwe dibêje, rast ne rast, di cî da, ne di cî da her kes li gorî xwe netîceyekê jê derdixe.
Di siyasetê da nabe meriv rexneyê li xelkê yasax bike, ya jî bibêje em destûrê didin rexneyên baş tenê.
Mîtroyeke rexneyên di cî da û ne di cî da bipîve tuneye, însan fikrê xwe dibêjin û xelk jî li gorî wê raya xwe dide.
Xebat, fedekarî kesî ne ji kêmasiyan û ne jî ji rexnekirinê muaf nake. Rexne hinek ewê di cî da bin û hinek jî ne di cî da bin, ev normal e.


XXX
Angorî îstatîstîkên Googlê, li Tirkiye gelek însan dikevin înternetê û li ”dua kardîtinê” digerin, jimara kesên di înternetê da li duayên kardîtinê digerin gihîştiye tîrajeke rekorê.

Dua jî ne standart in, babet babet dua hene.

Dua rojê pênc caran tê xwendin heye. Ji bo tu karekî bibînî dibê tu rojê pênc caran wê duayê bikî.

Duayên 21 rojan hene. Dibê 21 rojan her sibe bi berbangê ra tu rabî û sê caran wê duayê bikî.

Dua ji bêkaran ra kar ”garantî” dik heye.

Dua sedîsed bi tesîr û têqebûlkirin heye.

Gava dîn bibin rêberên miletekî, welatekî reçeteya wan jî helbet ewê ya dînbûnê be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE