03 februari 2020

Heger xort û jin dixwazin ji kalan xelas bibin dibê dakevin qada xebatê



Arif Zêrevan bi tinazwarî gotiye Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêd zêde extiyar bûye, endamên wê herî kêm 60 salî ne.

Ma kalbûn sûc e, ya jî kêmasîyeke?

Ya din jî kesî rê li ber jinan û xortan negirtiye. Lê gava xort, jin û nivîskarên wek Arif Zêrevan li xwe daneynin bibin endam, nexwazin bibin berpirsiyar rewş ewê ev be, komele ewê ji kalên wek me ra bimîne.

Heger Arif Zêravan, jin û xortên nivîskar dixwazin ji kalên wek min xelas bibin, ez li vir ban wan dikim û dibêjim werin bibin endamên komeleyê, werin em komeleyê teslîmî we bikin. Em bi çar çavan li bende we ne...


XXX
Rîsipiyên xelkê mezin dibin biaqil dibin, dibin numûne û rêberên xortan, yên me hinek dixirifin, di taliya umrê xwe da li tirkî dibanin. Bi wê tirkîya xwe ya şaşo maşo, kel û kûtî xwe dikin pêkenînê alemê. Heyf.
Xeta xwar ji gayê pîr da ye.
Lê ev jî heye, bi gotegot ga naçe cot..

XXX
Ahde wefa, yanî xwedîderketina li soza xwe. Dibê meriv xwediyê ahd û soza xwe be. Meriv sozek, ahdek da yekî dibê pê ra sadiq bimîne, ji gotina xwe venegere, bêbextiyê neke.
Camêrî, wefadarî xislet û qerekterekî baş e, meriv tu carî jê zirarê nabîne.


XXX
Min û xanimê îro çû pasaportên xwe nuh kirin. Wexta pasaportên me hindik mabû, di destpêka gulanê da diqediya. Me çû îro pasên nuh girtin. 

Yê min nasnameya min jî tunebû, min yeka nuh girt. Çend meh berê min cuzdanê xwe wenda kir, nasname û qartên min hemû çûn. Bêbavê cuzdan dît teslîmî pûlis nekir. 


Wer xuya dike ezê tu carî pasaporteke Kurdistanê nexim bêrîka xwe; heta mirinê ezê bi pasaporta Swêd bigerim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE