09 februari 2020

Halê me ne tu hal e...

Do xortekî bi profîla Cem Cîhan daxwaza hevaltiyê facebookê ji min ra şand û min jî daxaza wî qebûl kir.

Min bala xwe dayê rismê Îbrahîm Kaypakkaya kiriye yê profîla xwe.
Min bi messngerê jê ra ev mesaja jêr şand;


”Xortê delal, ma di nava 40-50 milyon kurd da kesekî wek Îbrahîm Kaypakkaya tuneye tu rismê wî bikî profîla xwe?

Îbrahîm mervekî baş e, ez ne li dijî wî me. Lê dibê meriv berî xelkê qîmetê bide mezinên xwe, şehîdên xwe, serokên xwe.

Ma çepekî tirk rismê Wedat Aydin, Necmedîn Buyukkaya dike sûretê profîla xwe?
Hinekî bifikire, çima ew nake û çima tu dikî ?”

Bersîv neda. Min îro jê pirsî, min got tu çima bersîvê nadî?

Bi tirkî got ”ez bi kurdî nizanim heval” û ji hevaltiya min derket.

Her tiştê meriv rast nabîne ne şert e miheqeq fikrê xwe li ser bibêje ya jî rexne bike. Ez bi xwe nakim, bi taybetî gava dost û hevalekî min li gorî fikrê min tiştekî şaş dibêje, ez ranapelikim ruyê wî, nabêjim tu şaş î, rastî ev e.
Carnan meriv kanibe bi devê xwe baş e. Ne hewce ye meriv her tim xwe tevî her tiştî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE