07 februari 2020

Ehmedê Xanî: Her kes mîmarê dîwarê xwe ye

Ehmedê Xanî

Kesên nivîskar, edîb, hunermend û her kesê bi zimên mijûl in gerek ji zimanê xwe hez bike, qedir û qîmetê bide zimanê xwe, zimên paqij bihêle û rast bi kar bîne.

”Paqijkirina zimên ji gotinên biyanî yên ne hewce; wezîfeyeke exlaqî ye, eynî wek meriv bedena xwe, wîjdanê xwe, mala xwe, gundê xwe, bajarê xwe paqij bigire.
///Gerhard Kessler


”Merivên fikirdar û sinetkar, bi gotin û nivîsên xwe zimên qîmetdar dikin, qîmeta zimên bilind dikin.”
///Montaîgne

Gotineke seydayê Ehmedê Xanî ya gelkî bi nav û deng heye, gotiye, "Vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye.”

Dibê em kurd jî mîmarê dîwarê xwe, mîmarê zimanê xwe  bin. Zimanê xwe bi pêş xin û paqij bigrin. 

Lê gelek kurd eksê vê dikin. Gelek zana û sinetkarên me, gelek siyasetmedar û ronakbîrên me bi gotin û nivîsên xwe, bi xebat û berhemên xwe ne ji kurdî ra, ji tirkî ra xizmetê dikin, dibin mîmarên zimanê tirkî.

Çi ji destê meriv were, dibê meriv ji bo welat û zimanê xwe bike, ne ji bo yê neyar û dagirkerê welatê xwe.

Heger meriv emele be, dibê emeleyê welatê xwe û zimanê xwe be.
Heger meriv hoste be, dibê hostê welatê xwe û zimanê xwe be.
Yanî wek seydayê Ehmedê xanî jî gotiye, "vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye..."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE