27 februari 2020

Di jiyanê da şaşiya min a herî mezin

Karta kampên Gulagan 1923-1961.


Gulag- Jiyana di kampên Sovyetê da

Bîstek berê min di kanala Axess da li dokmunetereke li ser Kampên Gulagên Sovyetê temaşe kir. 

Navê belgefîlm ”Gulag- Jiyana di kampên Sovyetê da.” Di jiyanê da şaşiya min a herî mezin ez heval û dilxwazê vê rejîma ne însanî bûm û min ji dîktatorên wek Lenîn û Stalîn hez dikir û ew diparastin.

Xwezî min ev şaşî nekira...


Ji destpêka salên 1920î heta dema Khrushchev bi milyonan însan li Sibîryayê û li hin çolên Asyaya Navîn yên din, di çêkirina xetên tirênê da di van kampên Gulagan da wek êsîran xebitandine, 
zulmeke dûrî aqilan li însanan kirine, bi milyonan însan, zarok, jin di van kampên wahşetê da mirine.

Gava meriv li serpêhatiyên kesên ji Gulagan sax xelas bûne guhdarî dike giriyê meriv tê, meriv ji însaniyeta xwe şerm dike. Meriv bawer nake însan çawa kane hewqasî zalim, bêûjdan û xedar bin !

Berpirsiyar û bekçiyên Gulagan jinên pak û ciwan wek êsîrên seksê bi kar anîne, bi zor tecawizî bi sedan jinan kirine û ji wan bi hezaran zarok çê bûne. Ji zarokan hinek kuştine û hinek jî bi zor ji diyên wan stendine.

Di jiyana min da ji çend tiştên ez jê poşman im, yek jî hevaltiya vê sîstema hov û wahş e, piştgirî û hezkirina zalim û dîktatorên ev rejîm ava kirin û bi milyona însan kuştin.

Min bi salan, bi nezanî dîktatorekî, wahşekî, hovekî wek Stalîn û rejîmeke qatil û ne însanî parast û bi gelek kesan jî da hezkirin û parastin. Ji bo ku min kesên wek Lenîn, Stalîn, Brejnev parastin, 

propagande û reqlama wan kir ez nuha gelkî poşman im. Xwezî min ew wexta xwe, ew enejiya xwe bida fêrbûna tarîxa xwe, karekî ji bo kurd û Kurdistanê.

Yê zereya ûjdan, merhamet û însaniyetê pê ra hebe hovekî wek Stalîn û rejîmeke hewqasî ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar naparêze.

Lê min bi salan parast û nuha ez ji ber wê nazanî û şaşiya xwe gelkî poşman im. Xwezî min wer nekira.

Helbet ez îro bi vê şaşiya xwe nehisiyame û îro viya nabêjim; min berê jî gotiye û nivîsîye. Hema hema ev 30 sal in ez bi vê şaşiya xwe hesiyame û berê jî min ev kêmasiya xwe qebûl kiriye, nivîsîye.
Karta kampên Gulagan, nabêna 1923-1961.

Li gorî texmînan 18 milyon însan di 53 kampên Gulagan da bi salan girtî man. Ji van girtiyan 1 600 000 kes ji ber şertên xerab û giran mirin. Lê li gorî hin texmînan jimara kesên di kampên Gulagan da mirin hîn zêde ye,  li dora 2,7 milyonî ye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE