02 februari 2020

Derdê qonderê



Cotkarekî pir çikûs(tima, çavteng)qondera(sola) xwe ya nuh kirîbû pê û çûbû ser erdê xwe, zeviyê xwe.

Hîn di nava erd da digeriya baraneka bi zirp dayê. Qondera wî ya nuh û top şil bû, di heriyê da ma.

Feqîro nizanîbû çi bike. Berê xwe da hewa, herdu destên xwe vegirt û bi keser got:


-Xwedêo, ez bibêjim baranê xwe veke xerab e, zadê min ewê hişk bibe. Ez bibêjim baranê bidomîne qundereya min ewê şil û pil û pîs bibe. Ez nizanim ez çi bibêjim! Hema ruhê min bîstîne û min ji vî ezabî xelas bikî baştir e.

XXX
Heger bavê te bûma
Gurgînê biçûk di sinifê da rehet nedisekinî. Mamoste aciz bû, got:
-Heger ez bavê te bûma minê sîleyek bi tîn bavêta ji belka guhê te da…
Gurgîn got:
-Mamoste, weleh heger tu bavê min bûya nuha tu li malê ketibûyî ber feraxan, te ferax dişuşt.


XXX
Ferqa elektirîkê û burûskê
Mamoste di sinifê da ji xwendekarên xwe pirsî:
-Kî ewê ji min ra ferqa nabêna elektirîkê û burûskê îzah bike?
Sosinê destê xwe bilind kir, got:
-Elektirîk bi pera ye, burûsk belaş e, mamoste.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE