20 februari 2020

Dêlik ne bi ba be kûçik naçe balê


Carnan di nav defter mefterên kevn da rastî hin tiştên kevn, yên ji dema xortaniya xwe têm. Îşev jî rastî van çend gotinên xweş hatim. Min got hûn jî bixwînin, belkî rojekê ji we ra lazim bibin.
-Pîrê bira nimêjkar be, çarşem, pênşem, înî pir in.
Pîrê têr bû ji kirê paşê sêwî hat bîrê.

-Bira mê be şîr qismet e.
-Dêlik ne bi ba be kûçik naçe balê.
-Ji dêlika tirek çê nabe kûçikê bezek.
-Kahrê sêwî nabe nêrî.
-Kulek û kor vehesiyan li dikane Evdilor.
-Li gorî makê golik pakê.
-Nanê bêxwê dixwe tirên şor dike.
-Heger ne fen e, ev çi dar û ben e.
-Nîşana baranê ba ye, nîşana mirinê ta ye.
-Nivişta bêtişt xwediyê xwe kuşt.
-Sêva çê para hirçê.
-Reşê dê û bavê sipî nabe bi sabûn û avê

-Şekir ne xurdê devê şivên e.
-Şer bi tivinga vala nabe.
-Tu çi têxe kewarê ewê were xwarê.
Wexta gîya bû kes ne xuya bû, bû firîk Heso û Hemo bûn şirîk.
-Wexta kar rû diguherîne, wexta şîvê kevçiyan tîne.
-Xal Xidiro her roj li viro.
-Karê mele bandan e.
-Bayê xortan tim gur e.
-Betalî xerabmalî.
-Emelê pîrê nayê bîrê.
-Qelm bi golikan nabe.
-Şixul bike bi asas ji bo dil neke tasewas.
-Sênîka şikestî çêtir e ji ya xwestî.
-Serê hebin kum gelek in.
-Mala bê jinx era bûye ji bin.
-Neçe cineta bi minet.
-Tava sibê meriv germ neke ya êvarê boş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE