14 februari 2020

Dawî li fêlbaziyên tirkan nayê

V. Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan


Pûtîn wer bawer dikir bi dana Efrînê û Serêkaniyê û hin bertîlên din tirk ewê bibin dost û mitefikên Rûsyayê.

Xeşîmî û bêhaybûna ji tarîxa tirka ye. 

Tirk qewmekî bêbext û kêmfersend e. Tirk tu carî nebûne û nabin dost û mitefikên kesî, dostiya wan, hevaltiya wan heta cî didin nigên xwe. Piştî ku cî dan nigên xwe, babûsekê (tiliyekê) davêjin ji qûna dost û mitefikê xwe da...


Di tarîxê da dostî û mitefîkiya tirkan bi tu dewletê ra daimî û saxlem nebûye, ji bo ku ji ser pirê derbas bibin ji hirçê ra gotine xalo û dû ra jî berdanê kuştine.

Tirkiye ev 90 sal e dostê Amerîkayê û 80 sal e jî endamê NATOyê ye. Lê li Sûriyê roja Amerîkayê û NATOyê bi ya wan nekir, çûn di himêza Pûtîn da rûniştin û bûn mitefikê Rûsyayê û Îranê.

Nuha karê xwe bi Pûtîn û bi Îranê qedanin, dîsa vegeriyan ba Amerîkayê û li hemberî Rûsyayê ji NATOyê û ji Amerîkayê alîkariyê dixwazin.

Baweriya Pûtîn ya bi tirkan ewê li ser wî pir buha rûne. Tirkan bi şelafiyê, bi rica, bi heyran û qurban Efrîn û Serêkaniyê ji Pûtîn girtin, nuha jî devê tivingê nîşanî Pûtîn didin û dibêjin em dernakevin.

Durrûtî, kêmfersendî, xapandin siyaseta tirkan ya netewî ye. Tirk bêbext û bêwefa ne, dibê meriv tu carî baweriyê bi ahd û sozên siyasetmedarên tirk neyne.

XXX

Ev çend roj in vîdeoyeke Îsmet Ozelê tirk a li dijî kurdan di medyaya sosyal da belav dibe. Îsmet di heqê kurdan da gotinên pir beradayî û bêmistewa dike. Gelek kurd xwe bi vê axaftina Îsmet Ozel diqeherînin û vî segê heramzade rexne dikin. 

Bêguman li ser vî namerdê heramzade û xiyarê kurmî çi were gotin heq kiriye. Çimkî di heqê kurdan da bêedebiyeke mezin dike.

Lê belê Îsmet Ozel ne îstîsna ye, di nav tirkan da bi milyonan yên wek wî hene. Bi texmîna min ji sedî 98ê tirkan wek Îsmet Ozel difikire.

Bêguman li ser vî namerdê heramzade û xiyarê kurmî çi were gotin heq kiriye. Çimkî di heqê kurdan da bêedebiyeke mezin dike.

Lê belê Îsmet Ozel ne îstîsna ye, di nav tirkan da bi milyonan yên wek wî hene. Bi texmîna min herî kêm ji sedî 98ê tirkan wek Îsmet Ozel difikire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE