21 februari 2020

Bîne qeysa berê


Lawikê biçûk her şev di xew da bi xwe da dimîst. Diya wî rabû bir ba mele, got:
-Mele, ev gede her şev bi xwe da dimîze. Xêra xwe jê ra niviştekê çê bike, belkî ji vê kelmîzekiyê xelas bibe.
Mele nivîştek çê kir û bi lîwik ve kir.

Lîwik berê bi xwe da dimîst, lê piştî niviştê xerabtir bû, her şev bi xwe da rî.
Diya lêwik rabû satilek mast û hinek rûnê nivîşk da destê xwe û çû ba mele. Ji mele ra got:
-Mele, niviştê gede xerabtir kir, berê bi xwe da dimîst, piştî niviştê bi xwe da dirrî. Ez ketime bextê te, bîne qeysa berê çêtir e…


Zebeşê bêdendik
Yekî Dayirbekrî zebeşekî mezin ji Erdogan ra şand. Erdogan gelekî kêfxweş bû.
Ev cara pêşî bû zebeşekî wiha mezin didît. Bi kêf kêr da orta zebeşê xwe û kir du felqe.
Bala xwe dayê bavo çi bibîne, di hundurê wî zebeşê mezin da hebek dendik jî tuneye.
Erdogan matmayî ma, çimkî heta wê gaxê tu carî zebeşekî bêdendik nedîtibû, lema jî jê re gelekî balkêş hat. Rabû şand pê yê Diyarbekrî, bir ba xwe. Jê re got:
-Sipas ji bo zebeşê te! Lê di zebeşê te da hebek dendik jî tunebû, ma zebeş cara bê dendik dibe ?
Yê Diyarbekrî keniya û got:
-Dibe çima nabe? Zebeşê min jî wek demokrasiya we ye, çaxa navê vê rejîma we demokrasî be, ewê zebeşê min jî bê dendik be.Yanî ne karê aqil e lê rast e!

Ê heger wiha be
Bahozê biçûk rojekê li malê rastî rismekî diya xwe û yekî hat. Berê qet ev risim nedîbû, ev cara pêşî bû didît. Lema jî bir risim rê diya xwe da û bi meraq jê pirsî:
-Dayê, ev mêrikê xweşikê tu himêz kiriye kî ye?
Diya wî bala xwe da risim, keserek kûr kişand û got:
-Ez bi qurban, bavê te ye, bavê te…
-Ê heger ev bavê min e, wê demê ew serzulûtê her şev li mala me radikeve û ji min ra dibêje ez bavê te me kî ye?

Fêdeyên zewacê
Temo nuh zewicî bû, ji hevalê xwe ra qala başiya zewacê dikir:
-Berî ku ez bizewicim halê min pir xerab bû, perîşanî bû. Gora nigê min tim qetyayî bû Lê nuha şikir ji Xwedê ra, serê min rehet e, guhê min vehesiyayî ye.
Hevalê wî bi meraq got:
-Law hela ka bibêje başiya zewacê ji azibiyê çi ye, çi yê zewacê çêtir e, belkî ez jî bidim ser riya te…
Temo got:
-Başiya wê ev e, jinikê roja pêşî ez fêrî pînekirinê kirim, êdî ji derdê gorên qetyayî xelas bûme, pînên xwe di rojê da dikim…

Min meke şirîk
Fatê bi cîrana xwe ra ketibû şêwrê, jê ra qala serpêhatiyên xwe û mêrên kiribûn dikir, got:
-Hekê, weleh heta nuha here wer min û xweha xwe deh mêr kirine.
Xweha wê got:
-Keçê te neh kirine, min yek kiriye. De îcar çima tu min jî dikî şirîka her nehên xwe?

Zû were
Du kesên dîn li hewşa tîmarxanê rûniştibûn sohbet dikirin. Yekî ji nişka hêzî ser xwe kir û meşiya. Dînê rûniştî jê pirsî:
-Bi ku da?
-Dikim herim li te bigerim.
-Baş e, zû were. Ez li vir li bende te me.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE