11 februari 2020

Bêyî kurdan kes nabe hevalê dilnexwaz û xêrnexwazê xwe


Dema yek ne dilxwaz û xêrxwazê meriv be, ji meriv hez neke, zulmê li meriv bike, heqê meriv bixwe, malê meriv, milkê meriv ji meriv bistîne, meriv jê hez nake, di şer teşxeleyan da piştgiriya wî kesî nake, ji bo wî nagirî û porê xwe narûçikîne, çimkî ew dijimin e.

Yê ne dostê min be, xêra min nexwaze, ji min hez neke ez jî jê hez nakim û nabim dost û piştgirê wî.


Yê zulmê li min bike, heqê min bixwe, welatê min dagir bike ez pê ra nabim dost û heval.

Bêguman li dunyayê jî wiha ye, kes ji dijminê xwe, ji dagirkerê xwe, ji xêrnexwazê xwe hez nake û destegê nadê.

Lê kurdên HUDAPARê û kurdên îslamî ji dijminên xwe, ji xêrnexwazên xwe hez dikin û destegê didin wan, bi wan ra  û ji bo wan mitîngan çê dikin.

We qet dîtiye tirkên îslamî, kemalîst, faşîst piştgirî dabin azadî û serxwebûna kurdan?

We qet dîtiye filistîniyan ji bo piştgiriya kurdan, ji bo azadî û serxwebûna kurdan mitîngek çê kiribin?

We qet dîtiye filistîniyan ji bo kurdan Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraq protesto kiribin û ji van dewletan ra gotibin, dibê hûn mafên kurdan bidin?

Filistîniyan ji bo kurdan tu carî tiştekî wiha nekirine û nakin jî. Çimkî filistînî wek kurdan ne xêv û kêmaqil in, wek kurdan ne bêşiûr in. Ew dost û dijiminên xwe, dilxwaz û dilnexwazên xwe baş ji hev digerînin.


Bira piştgiriya kurdan li wir be, filistînî dost û hevalên Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê ne, dostê dagirkerên welatê kurdan in. Yasar Arafat hevalê Seddam bû. Piştî îdama Seddam heykelê wî danîn. Mahmûd Ebas û serokên Hamasê giş dostên Erdogan in, li hemberî kurdan piştgiriyê didin Tirkiyê. Lê HUDAPAR û kurdên îslamî dîsa jî xwe wek leşkerên filistîniyan dibînin û ji wan bêtir şerê Îsraîl û Amerîkayê dikin.

Wek qet dîtiye bindest, kole azadiyê ne ji bo xwe, lê ji bo hinekên din bixwazin?

Kes nake, lê kurd dikin. Kurdên HUDAPARê û îslamî azadiyê, serxwebûnê ne ji bo xwe, ji bo filistîniyan dixwazin; dewletê ne ji bo xwe, ji bo filistîniyan dixwazin.

HUDAPAR û kurdên îslamî li dijî dagirkeriyê Îsraîl derdikevin, lê tu carî li dijî dagirkeriya Tirkiyê dernakevin, tu carî ji tikan ra nabêjin ji welatê me derkevin.

Lê belê ji Îsraîl ra dibêjin ji erdê filistîniyan derkevin.

Meriv çawa kane hewqasî korfahm bibe, hewqasî bibe neyarê qewmê xwe aqilê min nagire!

Ereb û tirk jî wek kurdên HUDAPARê misilman in, lê belê  ew wek wan ne korfahm in û wek wan ne heyran û dildarên neyarên xwe ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE