18 februari 2020

Bêdewletî zindan e, îşkence ye, mirin e

Mahmûd Alinak


Min nuha li vîdeoya kelemçekirina abûqat Mahmûd Alinak û li qîrîn û îsyana lawê wî temaşe kir. Kezeba min şewitî, dilê min got çizzzz!

Zulmeke ji viya mezintir nabe...

Lê tu gazina ez ji dewletek û merivên namerd bikim tuneye. Neyarê me pir bêûjdan e û heta hûn bixwazin namerd e.


Lê kurdê hîn jî hevalê vê dewletê û vê rejîmê ye, ew jî namerd e, xayin e û hur bênamûs e.

Meriv ne xedar, zalim û bênamûs be nabe hevalê vê rejîmê…
Rast e, nebûna dewleta te zindan e, îşkence ye, di asasê xwe da bêdewletî, bindestî mirin e. Heta em nebin xwedî dewlet jiyana me hemûyan zindan e û em merivên mirî ne.

XXX
Li gorî malpera Ahvalê nivîsîye, celadekî Daîşê li Bûrsayê di şîrketeke gazê da dixebite, li wir hatiye girtin.

Celadê bi navê ”Abu Taki Alshamy”, navê wî yê rastî ” Y.A.A.” ye, di gelek vîdeyan da celadî kiriye, serî jêkirine, li Bûrsayê girtine.
Mêrik li wir di şîrketeke gazê da dixebite. Bi hezaran celadên wek wî li Tikriyê ne, her kes viya zane.

Bêguman ev ne tiştekî xerîb e, Daîş girêdayî artêşa tirk e, celad û qatilên Daîşê jî giş li Tirkiyê ne.

XXX
Tirkiye ev 68 sal e endamê NATOyê ye û 57 sal e jî berendamê Yekîtiya Ewrûpayê ye.
Lê dîsa jî li dinyayê welatê û miletê herî pir dijminatiya NATOyê, Amerîkayê û Rojava dike Tirkiye û tirk in.
Tirk him dixwazin Ewrûpa wan qebûl bike, her daxwaza wan bi cî bîne û him jî ji Amerîkayê û Ewrûpayê îkrah dikin.
Yê ji gotin û ahdên tirkan bawer bike dîn e, bêhiş e.


XXX
Di fikrê min da be, ne di fikrê min da be, ez jê hez bikim, jê hez nekim, merivekî çep be, ya jî dîndar be, ji vê partiyê be, ya jî ji wê partiyê be ji bo min ferq nake, gava ji ber kurdayetiyê zulm lê bibe, wek ew zulm li min û li bavê min bûbe ez pê diqeherim, pê diêşim û vê êşa dilê xwe jî bêperwa didim der. Kî pê aciz dibe qet ne xema min e.

XXX
Tu kes ne bêkêmasî ye. Kesê şaşiyê neke tuneye.
Ya herî muhîm dibê meriv ne durû be, dirist be. Gava tu dirist, rastgo û dilpak bî, pir pir tu yê merivên durû, merivên ne baş ji xwe dûr bixî.
Ev jî baş e, merivên xerab ji meriv dûr kevin ji bo meriv ne zirar e, kar e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE