07 februari 2020

Barê giran


Xortekî kurd li Berlînê li parkekê rûniştibû û Manîfestoya Komunîst dixwend. Bala kalekî alman kişand. Kalo got:
-Xorto tu ji çi miletî yî?
Xort got:
-Ez kurd im.
Kalê alman mizicî, got:

-Wer xuya ye kurdbûn û barê Kurdistanê têra te nake, tu dixwazî barê xwe hinekî din jî giran bikî


Derdê zewacê
Rojekê ji Xoce Nesredîn pirsîn, gotin:
-Xoce, tu kesên berî te û di dû te ra zewicîne çawa dibînî, tu çi navî li wan dikî?
Xoce got:
-Ez herdu seriyan jî ecêb dibînim.
Gotin çima, sebeb çi ye?
Xoce got:
- Ji bo ku yên berî min zewicîn tu şîret li min nekirin, ez ji wan xeyidî me. Û ji bo ku min jî şîret li yên di dû min ra zewicîn nekir, ew bi min da dixeyidin.


Tiştê herî bi xêr
Ji alimekî pirsîn, gotin:
-Ji bo însanekî di jiyanê da tiştê herî baş û bi xêr çi ye?
Alim got:
-Aqil e, bêaqilî jiyanê zahmet dike.
-Ya aqil tunbe?
-Birayekî eyba wî veşêre.
Ya ew jî tunebe?
-Dibê maldar be, bi malê xwe bikanibe xwe bide hezkrin.
-Ya ew jî tunebe?
-Dibê bi nehezkirina xwe were serî, bi qedera xwe razî be.
-Lê heger bi wê jî razî nebe?
-Ê wê demê jî êdî mirin heq kiriye…


Li ber ronahîya mûmê
Mamoste di sinifê da ji zarokan pirsî:
-Zarokno, heger Thomas Edîson ampul îcad nekira me yê nuha çi bikira?
Sêvdîn destê xwe bilind kir, got:
-Rehet e mamoste, me yê li ber ronahiya mûmê li telewîzyonê temaşe bikira.


Cinet û Qetîn
Li Swêregê di xutba roja îniyê da mele qala xweşikahiya cinetê(bihuştê) dikir. Digot cinet dereke hewqasî xweş e, hewqasî xweş e ji xweşikiya wê qet nayê gotin. Ji bax û bexçan, ji gul û kulîlkan, ji darên her babet fêkî tîrêjên rojê jî bi serê meriv nakeve. Hejîr tu dibê lep in. Hebên tirî wek bêçiyan dirêj in. Her sêv tu dibê cimcime ye. Hinar wer mezin in, her yek bi qasî seriyakî ne, qeysî ji hingiv jî şîrîntir in. Hirmê ji gezo jî xweştir e...

Li hember vê tarîfa mele ya cinetê/bihuştê ji nava cimatê gundiyekî ji Qetinê xwe ranegirt, got:

-Mele, ma tu meselê çima hewqasî dirêj dikî, hema bibêje cinet Qetînê e û xelas...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE