29 februari 2020

Tirk û musilman dixwezin Ewrûpayê jî bikin wek welatên xwe


Jineke musilman gotineke pir xweş û rast kiriye, gotiye:

”Baş e ku mezinên me welatên gawiran hemû dagir nekirine, ya na dereke em bireviyanayê ewê tunebûya.”

Xanimê pir rast gotiye.

Ji yek welatekî ”gawiran” yek ”gawir” ne ji birçîna û ne jî ji ber zulmê nereviyaye welatekî musilman, îltîcayî welatekî musilman nekiriye.

Wey li min



Keçik bi zeyîtî çûbû mala bavê xwe. Bavê jê pirsî, got:
-Keça min ma li gund çi heye, çi tuneye?
Keçikê got:
-Wele tiştekî xerîb tuneye bavo. Tiştê xerîb zavê te Receb bû muxtarê gund.
Bi vê xebera kiçikê ra ji dêlî bavê wê bi muxtariya zavê xwe kêfxweş bibe, li çonga xwe xist û dest bi girî kir, got:

28 februari 2020

Heta ewrûpî ev tirsonek bin tirk ewê bela xwe ji wan venekin



Tirkan dîsa dest bi şantajê kirin. Ji do êvarî da ye bi hezaran xerîbên (afgan, îranî, pakîstanî, bengalî, erebên) li Tiriyê kom kirine dişînin ser Yûnanîstanê û Bûlgarîstanê, dixwazin bi darê zorê welatên xelkê dagir bikin, kaosê lê peyda bikin.

Kultur û felsefa tirkan şantaj e. Sûriye dagir kirine, ew û Sûriye şer dikin, xelkê dişînin ser Yûnanîstanê û Bûlgarîstanê û ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê dixwazin, dixwazin bi vê riyê welatên xelkê, dûzana xelkê, civata xelkê tarûmar bikin.

Ewrûpiyan tirk zêde aşûnî kirin


Ewrûpiyan, tirk tim îdare kirine, her zirzopî û her bêedebiya wan efû kirine, gotine de tişt nabe, tirk in, cahil in, bêkultur in, dibê meriv cahilan îdare bike, xwe bi ber teqala wan nexe. 

Vê bînfirehî û xweşbîniya ewrûpiyan, emerîkiyan tirk zêde aşûnî, şûm kirin. Gava yek zêde aşûnî bibe, zêde rû bigire bêrû, bêar dibe, heya pê ra namîne.

Tirkiyê li Idlibê derbeke mezin xwar



Ez tim dibêjim aynê kurdan ji tirkan ra namîne.

Yê li belayê geriya rojekê miheqeq ewê bela xwe bibîne.

Li gorî medyaya tirk dinivîse li Idlibê di bombebarana balafirên Rûsyayê da 33 leşkerên tirk mirine.

Jimar kane zêdetir be.

27 februari 2020

Di jiyanê da şaşiya min a herî mezin

Karta kampên Gulagan 1923-1961.


Gulag- Jiyana di kampên Sovyetê da

Bîstek berê min di kanala Axess da li dokmunetereke li ser Kampên Gulagên Sovyetê temaşe kir. 

Navê belgefîlm ”Gulag- Jiyana di kampên Sovyetê da.” Di jiyanê da şaşiya min a herî mezin ez heval û dilxwazê vê rejîma ne însanî bûm û min ji dîktatorên wek Lenîn û Stalîn hez dikir û ew diparastin.

Xwezî min ev şaşî nekira...

Ev dunya xewneke


Meriv tê dunyayê, dibîne, digere, dixwîne, fêr dibe, ji bîr dike, nas dike, nas dibe, hêdî hêdî mezin dibe, kal dibe û dû ra rojekê her tiştî, mala xwe, zarokên xwe, perê xwe, kitêbên xwe, nivîsên xwe, hevalên xwe û bîranînên xwe li dû xwe dihêle û dihere.

26 februari 2020

Lolo delal min go Qendîl bişewite bi kunkor e...


Dûrikên kurmancî

-Lo lo delal tu sû ketî ji bav û birê
Delal da ser rê û dirba vê Misirê
Min go xelkê vegerandîye bi qûrban û bi heyrana
Min vegerandîye bi zoyê memika, lo bi ramûsana.

Sû: xeyd, xeydîn. Jê sû bûn, ji me sû bûye.

Ji derewên medyaya tirk bawer nekin



Medyaya tirk carnan xeberên li ser girtina haval û endamên Daîşê belav dike, dibêjin xwedêgiravî li filan bajarî nizanim çend endamên Daîşê hatine girtin.

Bi baweriya min vir e, dezînformasyon e, ji bo propagandê û xapandina raya giştî û Ewrûpayê ye.

Tirkye endam û havalê Daîşê nagire û navêje hefs û zindanan. Dibê meriv ji vê derewa tirkan ya bi boçok bawer neke.

25 februari 2020

Xanimê gustîlek wenda kir bû xwediya du gustîlên nuh

Gustîl û guharê sê keçên kurd îro diyarî xanima min kirin


Xanimê gustîlek wenda kir, bû xwediya du gustîlan. Îşev sê mîvanên min hebûn, sê keçên xwendekar. Li Pomonyayê mastira xwe dikin. Ji bo hefteyekê hatine Stockholmê bibînin.

Van hersê mîvanên me yên hêja, gustîlek û cotek guhar ji xanimê ra wek diyarî bi xwe ra anîbûn. 

Xortê cixarekêş



Xort nuh bûbû tiryakiyê cixarê. Li qahwê ji kalê li kêleka xwe ra got:
-Xalo, ma tu qutya te da pelê cixarê heye, xêra xwe tu kanî pelekî bidî min?
Xalo got, ”heye ez qurban” û pelek dayê.
Xort, piştî pelê xwe girt, got:

Serê her tiştî xebat e


Carnan hin tiştan dinivîsim kêfa gelek kesan jê rat ê tê, diecbînin. Bi wan gotinan dibim tercumanên gelekan, ya dilê wan jî dibêjim. Bi vê riyê bi wan ra jî ew fikir çê dibe, xurt dibe.

Ji xwe tesîra fikrî, îdeolojîk û siyasî wiha belav dibe. Hasilî kelam medyaya sosyal ne bêfêde ye.

Heskîf di bin afê da wenda kirin




Dewleta dagirker Heskîf di bin avê da hişt, kulturek, medenîyetek, paytexteka kurdan ya tarîxî ji ortê rakirin, di bin avê da wenda kirin. 

Ev qetlîameke mezin e. Çi heyf me nikanîbû rê li ber vê qetlîama tirkan bigirta.

Miletê bindest, bêdewlet bêîrade ye, ne xwediyê tu tiştî ye.

24 februari 2020

Bi darê zorê kes nabe hevalê meriv


Ji me kurdan hinek bûne heval û rêberên dijmin û bi dijmin ra şerê me dikin, naxwazin li tu beşekî Kurdistanê kurd ji bindestiyê rizgar bibin. 

Ev celeb kes êdî ne ji me ne, ew jî bi qasî dijmin, dijminê gelê xwe ne.

Lê hinek jî hene ne hevalên dijmin in, ji bo kurd û Kurdistanê dixebitin, lê dane ser riyeke şaş, bi kesên şaş ra hevaltiyê dikin. 

Çend fotograf ji konsera Yekîtiya Netewî



Ez û xanim îşev çûn Konsera Yekîtiya netewî ya ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê. Konsereke pir xweş bû, pir qelebalix bû, ji gelek bajarên Swêd kurd hatibûn li hunermendên xwe guhdarî bikin.

Şivan Perwer, Kejal Ademî, Diyar Dêrsimî û Hesen Şerîf bi deng û kilamên xwe şev geş kirin û dilê gel rakirin pêdarê.

Şivan Perwer îşev di forma xwe da bû, bi sitranên xwe yên kilasîk û gelêrî û netewî salona tije rakir ser niga û bi sedan kesî pê ra nekaret kirin.

23 februari 2020

Kurdên bi dagirkirina Efrînê û Serêkaniyê kêfxweş bûne hene

Mistefa Misto, Abdulezîz Temo, Muhamed Îsa


Do bi şev min vîdeoyeke, beşekî programa sê kurdên rojavayê Kurdistanê dît. Programeke TRTkurdî ye. Hinekan qismekî wê belav kiribûn. 

Li hemberî gotinên beşdaran meriv wek kurd dikeve binê erdê, ji kurdayetiya xwe şerm dike.

Di programê da dibêjin ew bi dagirkirina Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê pir kêfxweş bûne, sipaspî Tirkiyê dikin, dibêjan mala Tirkiyê ava be, ev bajar ji terorîstan paqij kirin, nuha rewş pir baş e. Ew minetdarê artêşa tirk in.

22 februari 2020

Ramûsanên Arjen Arî li geliyekî veşartibûn

Arjen Arî


Ev çend roj in şiîrên Arjen Arî dixwînim. Li ber destê min in, her cara dilê min dilbijok dibe, doza tiştekî xweş li min dike, her şev berî raketinê çend şiîrên wî dixwînim, dil û hestên xwe nerm dikim û dû ra radikevim.

Çiqasî pir nivîsî ye, çiqasî xweş nivîsî ye, her ku meriv dixwîne bêtir dibe heyran. Şairekî pir berhemdar bûye û hewqasî jî mezin.

Ez sond dixwim Arjen Arî ji Ahmet Arîf û Nazim Hîkmet ne kêmtir e. 

Kes newêre navê Tirkiyê bi nebaşî bigre devê xwe



Amerîka, Rûsya, Neteweyên Yekgirtî, her kes zane yê li Sûriyê şer ranawestîne Tirkiye ye. Her kes zane heta Erdogan li ser hukim be li Sûriyê şer naskekine.

Lê dîsa jî kes newêre navê tirkan bigre devê xwe, kes newêre bibêje Tirkiye li pişt şerê Sûriyê ye.

Tirkan hemû dinya bêminet kirine, bi tena serê xwe, bi çeteyên xwe yên îslamî ra şerê dinyayê dikin, li Sûriyê şer nadin rawestandin.

Rastgoyî ji durûtiyê baştir e


Gerek meriv durûtiyê qebûl neke û rastgo be.

Di kultura me da merivên rîsipî, yên di salê min da her tim ya dilê xwe, tiştê rast dibîne nabêjin, fikrên xwe sansor dikin.

Kalekî 60, 70, 80 salî nabe wek xortekî çi difikire wiya bibêje.

Gava viya bike der û dor jê ra dibêjin tu rîsipî yî, ev gotin bi te nakeve, tu ne zarok î, ne xort î, dibê tu wek xortan nepeyive.

21 februari 2020

Li ser minaqeşeyên li ser zimên


Gelek kes bi nêteke pak û paqij ji bo ku kurmancî bibe zimanekî tekûz û standart hin kar û xebatan dikin, dinivîsin, kitêbên îmla û giramerê çap dikin, di medyaya sosyal da minaqaşeyên li ser zimên dikin, fikrên xwe dibêjin, ji bo rastnivîs, îmlayeke mişterek hin qaîdeyan pêşniyar dikin.

Bêguman tu kes van kar û xebatan ji bo xerakirina kurdî nake, nêta, armanca gişan jî pak e û giş jî dixwazin kurmancî bibe zimanekî tekûz, bi ser û ber, standart.

Diyarbekir bişewite lo dor beden e


Dûrikên kurmancî.

-Min go delal tu sekinî li hewşa tew li pêşîn
Min go tu yê fîstan sorê, pêşmal hêşîn
Gava bejna zirav li ber çavê min dikeve
Tîrik davê serê min, dev û diranê min tev diêşin.

Bîne qeysa berê


Lawikê biçûk her şev di xew da bi xwe da dimîst. Diya wî rabû bir ba mele, got:
-Mele, ev gede her şev bi xwe da dimîze. Xêra xwe jê ra niviştekê çê ke, belkî ji vê kelmîzekiyê xelas bibe.
Mele nivîştek çê kir û bi lîwik ve kir.

20 februari 2020

Dêlik ne bi ba be kûçik naçe balê


Carnan di nav defter mefterên kevn da rastî hin tiştên kevn, yên ji dema xortaniya xwe têm. Îşev jî rastî van çend gotinên xweş hatim. Min got hûn jî bixwînin, belkî rojekê ji we ra lazim bibin.
-Pîrê bira nimêjkar be, çarşem, pênşem, înî pir in.
Pîrê têr bû ji kirê paşê sêwî hat bîrê.

Qey Çavuşoglu henek kiriye...



Nîmet Dawûd

Endamê komîteya serokatiya ENKSê Nîmet Dawûd ji Rûdawê ra qala naveroka hevdîtina ENKSê ya bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu ra kiriye, gotiye xwedêgiravî ”wan hewlên guhertina demografîk şermezar kiriye û Tirkiye jî li Kurdistana rojava li dijê guhertina demografîk bûye.”

De hûn bala xwe bidin vê derewa bi boçik û vê qeşmeriyê!

Tirkiye çawa li dijî guhertina demografiya Kurdistanê ye?

Derewek, pêkenînek, qeşmeriyek ji viya mezintir dibe?

Tirk ji xêrê ra bi ENKSê ra rûnanin



Tirk tu carî ji xêrê ra ban ENKSê nakin, tirk taya xwe jî nadin kurdan, miheqeq pîlanek, kemînek wan heye, ji bo wê dibêjin ew piştgiriya ENKSê dikin.

Efrîn dagir kirin lê nahêlin nigê ENKSê bi Efrînê û bi Serêkaniyê bibe.

Heger Tirkiye bi rastî piştgiriya ENKSê dike bira Efrînê û Serêkaniyê bide ENKSê. Bira bihêle hemû kurdên ji Efrînê, ji Serêkaniyê û Girê Sipî koç kirine vegerin malên xwe.

Bira çeteyên xwe ji Kurdistanê derxin. Bira van tiştan bikin, emê ji ji wan bawer bikin.

19 februari 2020

Tirk şêla rûsan diceribînin



Erdogan careke din nêta xwe ya dagirkeriyê daye der û gotiye ”ewê Idlibê ji rejîma Esed ra nahêlin…”

Mêrik eşkere dibêje ez Idlibê nadim…

Di destpêkê da hedefa tirkan ne ev bû, dixwestin kurd li Sûriyê nebin xwedî maf. 

Lê bi demê ra dagirkirina hin erd û bajarên Sûriyê jî li hedefa xwe zêde kirin.

Gazinek ji kurdên bi tirkî dinivîsin



Gazinek ji kurdên bi tirkî dinivîsin û zimanê wan tirkî ye, bi zarokên xwe ra û bi hev ra bi rikî dipeyivin.


Ez zanim hûn tirkî baş zanin û hûn bi tirkî nivîsên, romanên, çîrokên, şiîrên pir baş, pir bi qalîte dinivîsin.

Ez zanim, ji bo ku hûn vê tirkiya xweş, mikemel fêr bibin hûn bi salan çûne dibistan û zanîngehên tirkî û we xwe pir westandiye; we gelek ked û emek daye hata ku hûn vê tirkiya xweş fêr bûne û heta ku kanibin van tiştên xweş bi tirkî binivîsin.

Serokên tirk hemû jî gorra kurdan dikolin


Abdulah Gul gotiye doza kurdan û Kurdistanê bûye meseleyeke dinyayê, meseleyeke nava dewletan.

Ev yek efendî pir ditirsîne û nerhet dike. Ji dewletê ra dibêje rê li ber vê yekê bigrin, belayekê ji kurdan ra bibînin, nehêlin li dinyayê sempatiya li hemberî kurdan zêde bibe.

18 februari 2020

Îro rojeke bi xêr û berket bû



Îro rojeke pir bi xêr û bereket bû, min du karên baş kirin.

Wê rojê min bihîst Antolojiya Çîrokên Zarokan-Hebû Tunebû- li welêt û li Tikriyê qediya ye. Gotin li Kurdistanê û li Tikriyê gelkî lê dipirsin, heger çapa duduya bibe ewê were firtotin.

Ez bi Weşanxaneya Rûpelê ra peyivîm, min got kitêb qediyaya û xelk lê dipirse. Heger hûn çapa duduya nekin, ezê li dereke din bidim çapkirin. 

Bêdewletî zindan e, îşkence ye, mirin e

Mahmûd Alinak


Min nuha li vîdeoya kelemçekirina abûqat Mahmûd Alinak û li qîrîn û îsyana lawê wî temaşe kir. Kezeba min şewitî, dilê min got çizzzz!

Zulmeke ji viya mezintir nabe...

Lê tu gazina ez ji dewletek û merivên namerd bikim tuneye. Neyarê me pir bêûjdan e û heta hûn bixwazin namerd e.

17 februari 2020

Ev hêrseke baş e


Hayrî Kasaç

Ev çend roj in xortekî bi navê Hayrî Kasaç, ji bo ku di programa telewîzyonekê da bi hustuxwarî, bi uslûba parsekekî ji bo 20 sanîye bi kurmancî bibêje ”lolo, lolo” ji keça berpirsiyar destûr xwest, tê rexnekirin.

Her kes şêla xort, uslûba wî, hustuxwarî û rebeniya wî rexne dike, dibêjin gerek meriv xwe hewqasî pîs neke.

Ev reaksiyona kurdan, rexneyên tên kirin ji xort bêtir, li hemberî zorbatî, çavsorî faşîzma tirk e. Ez bi xwe reaksiyona kurdan wer fam dikim.

Dibêjin ji bo du gotinên bi kurdî gerek meriv xwe li hemberî tirkan hewqasî rebenok neke.

16 februari 2020

Em bûne wek deve, her dera me xiloxwarî ye...



Bîstek berê min di KurdFMê da li muzîkê guhdarî kir. Min lînka wê bi bloga xwe ve girê daye, carnan lê guhdarî dikim û pê bîna xwe fire dikim. 

Guhdarîkirina muzîkê baş e, bedena meriv, hestên meriv sakîn û nerm dike. Westa meriv digre. Hewcedariya dil û hestan jî bi bîhnvedanê dilşadiyê heye.

Xanimek di kilama xwe da dibêje ” lê lê gûlê, lê lê gûlê…”

Were mala me bi dizîka


 Dûrikên/dîlokên kurdî

-Baran barî çilke çilke
Cahnîya boz bîne cilan lêke
Welatê xelkê ji min û te ra
Ne mînanê mal û milk e.

-Were mala me bi dizîka
Derî veke bi hêdîka
Heke xwesîya min go ev çi bû?
Bê pisîka cîranan bû
Hat û sêrik da çêlîka.

 -Wezê bi Dîyarbekirê ketim lo xeta bi şa
Wezê bi Erxenîyê ketim lo nav zebeşa
Wezê bibûma sêvek ji sêva Çebaxçûrê
Minê xwe bida ber serê van nexeşa.

-Min go ha di ber ra, ha di ser ra
Cotê kewê gozel têyo di ser me ra
Dilê min û te ketîye ser zar û zimana
Cara xêr tê da lo qet jî nema.

-Lo lo delal bejna mi keçikê zirav e lo te guneye
Lo lo delal çav û birûyê te reş e lo tek maneye
Lo lo delal tu rabe destê min bigre
Gundê Kirvan lo li min û te tovbe ye.

-Lo lo min go Kirvan bişewite, binê gir e
Vê sibê lê diçêre birrek mîyê boz – qerxaş e
Meriv cara xam berindîra nake ber beranê qert û pîr e.


De min go bira çîyako bişewite herî - berî
De min go bira lê biçêrîya cin û pêrî
Xwezîya dilê min û li wê çaxî
Delal li serbêrî, lo pez kir bêrî.

-Lo lo delal, min go Şerevdîn bişewite bilindê çîya
Lo lo delal, min go di binê da Qijîmêrge
Ser kanîya Xalid Begê mexelê mîya
Xwezila min li wî çaxî, li wî dewranî
Ez û bavê Çîya bi hev ra diçûn bêrîya mîya.

///Berhevkar Suphî Aydin

15 februari 2020

Şelaf pir bêûjdan û bêexlaq in


Gelek kurd bêyî ku xwe veşêrin, bi eşkereyî bûne paşmêrî û şûrkêşên Erdogan û dewleta tirk.

Weîzefeya wan a bingehî, bin navê dijberiya PKKê û HDPê, neyartiya tevgera kurd ya netewî ye, dixwazin kurdan bifetisînin, bêdeng bikin.

Ew bûne zilam û xulamên tirkan, dixwazin kurd hemû wek wan teslîm bibin û bibin tirk.

Sujdeya şêx



Şêx bi mirîdekî xwe ra sê sujde şandin ji şêxê hevalê xwe yê bajarekî din ra. Mirîd bi rê da du sujde firotin, perê wan bera bêrîka xwe da; ma yek.

Şêx zanîbû ewê sê sujde jê ra bihatana, lê mirîd yek tenê anî bû. Ji mirîd ra got:

14 februari 2020

Dawî li fêlbaziyên tirkan nayê

V. Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan


Pûtîn wer bawer dikir bi dana Efrînê û Serêkaniyê û hin bertîlên din tirk ewê bibin dost û mitefikên Rûsyayê.

Xeşîmî û bêhaybûna ji tarîxa tirka ye. 

Tirk qewmekî bêbext û kêmfersend e. Tirk tu carî nebûne û nabin dost û mitefikên kesî, dostiya wan, hevaltiya wan heta cî didin nigên xwe. Piştî ku cî dan nigên xwe, babûsekê (tiliyekê) davêjin ji qûna dost û mitefikê xwe da...

Li ser kurdên bi erebî dinivîsin


Ji kurdên rojavayê Kurdistanê ra !

Gelek kurdên rojavayê Kurdistanê ji min ra daxwaza hevaltiyê dişînin.

Navên wan bi kurdîye, nizanim "Bavê kê ne", lê dema ez bala xwe didim malpera wan, hemû bi erebî ye, rêzeke bi kurdî û bi elîfbeya latînî nabînim.

Ji bo ku ez bi erebî nizanim, ez nizanim çi dinivîsin, çi dibêjin, çi belav dikin?

13 februari 2020

Di tarîxa me da îro rojeke pir muhîm e !



Di tarîxa me da îro rojeke pir muhîm û tarîxî ye; roja Serîhildana Şêx Seîd e.

Di 13ê sibata 1925a da kurdan bi pêşengiya Şêx Seîd û Tevegera Azadî li hemberî dagirkeriyê û zulmê serî hildan. 

Serîhildanê heta dawiya adarê dom kir, lê bi ser neket, serîhildan şikiya û Şêx Seîd û hin hevalên pê ra dema dixwestin derbasî başûrê Kurdistanê bibin bi îxaneta Bînbaşî Qasim hatin girtin.

12 februari 2020

Li ser minaqeşeyên "kerîtiya umetê" !

Îbrahîm Xelîl Baran


Çend roj berê Hudaparê û hin partiyên tirk bi hev ra li Diyarbekrê bi şîara ”Quds ya me ye” mitîngek çêkirin. 

Bi dehhezaran kurd beşdarî mitîngê bûn û Îsraîl, Amerîka bi dilşewatî protesto kirin.

Îbrahîm Xelîl Baran, piştî mitîngê îslamiyên kurd rexne kir û di nivîsa xwe da metafora ”kerên umetê” bikar anî; yanî got hûn bûne ”himalên umetê”, himalên musilmanên ereb û tirk.

Nayê bîrê



Keçikê rojekê bi meraq ji dayika xwe pirsî:
-Dayê, tu bi qedrê Xwedê dikî, heta nuha te çend mêr kirine?
Diya wê got:
-Keça min, bi qasî tê bîra min dudu ji Silîva, sisê ji mala kirîva, yek Evdoyê Guhşelte û yek jî rahmetiyê bavê te. Keça min, weleh destê diya te di hevîr da ye, çend çirtik û pirtikên di ber ra jî nuha nayên bîra diya te…

Mala bavê delêl dike ji vir bar ke


Dûrikên(dîlokên) kurmancî.

-Ehmed hatî ber derê mala bavê min titûnê teze
Minê ji te delalîyê dilê xwe re girtîbû, kirîbû nav destmala dorgewez e
Minê berîya êvarê ji delalê dilê xwe re biribû pêşîya pez e.

11 februari 2020

Tesadufeke pir bi xêr


Min îro bi çapxaneya APECê ra bazarek kir, ewê kitêbeke min çap bike. Kitêbeke min hebûna wê ji bîr kiribû, haya min ji hebûna wê tunebû, bêhemdî lê rast hatim.

Çendakî berê di arşîwa xwe da ez rastî çend tiştên xwe yên muhîm hatim. Di nav wan tiştan da du defterên min yên notên rojane hebûn. Notên yekê ji 24ê nîsana 1985a dest pê dike û di 16ê meha 12a ya sala 1985a da diqede.

Notên deftera din jî min di 5ê cotmeha 1996a da dest pê kiriye û di 15ê tebaxa 1997a da qedandiye.

YNK êdî ne YNKya dema Mam Celal e !

Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî

Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bûn Hevserokên YNKê. 
Xwezî ev herdu kes nebûna serokên YNKê. Lê ew ji xwe ra zanin, tiştekî em bikin tuneye.

Hêvî dikim şika min, qenaeta min ya negatîf ya li hemberî wan şaş be û baş derkevin. Bes tarîxa wan ya heta nuha baş xuya nake.

Tenê ez kanim bibêjim ez vê hilbijartinê baş nabînim û jê ra li çepikan naxim. Lê dîsa jî dibêjim ser xêrê be, hêvî dikim baş be...

Bêyî kurdan kes nabe hevalê dilnexwaz û xêrnexwazê xwe


Dema yek ne dilxwaz û xêrxwazê meriv be, ji meriv hez neke, zulmê li meriv bike, heqê meriv bixwe, malê meriv, milkê meriv ji meriv bistîne, meriv jê hez nake, di şer teşxeleyan da piştgiriya wî kesî nake, ji bo wî nagirî û porê xwe narûçikîne, çimkî ew dijimin e.

Yê ne dostê min be, xêra min nexwaze, ji min hez neke ez jî jê hez nakim û nabim dost û piştgirê wî.

10 februari 2020

Min jê ra gustîlek kirî û serê xwe vehesand


Min berê nivîsî, çend roj berê xanimê gustîla xwe ya pir jê hez dikir, li gorî gotina wê li ber dilê wê pir delalî bû, wenda kir. Ev çend roj in wer qala wê dike, dibêje û dinuhurîne, çi gustîl bû, çi gustîl bû, ev 30 sal bûn di tilîka min da bû...

Ji bo ku ji pilepila wê xelas bibim, îro min çû gustîlek ji ya wê gelkî xweşiktir û buhatir jê ra kirî û xwe ji pitepita wê xelas kir...

Tirkan bi îdeolojiya îslamî kurd bêhiş û gêj kirine


Îslam û îdeolojiya îslamî bûye afyona, narkotîka bêhişkirina kurdên bakurê Kurdistanê.

Berê îdeolojiya çepîtiyê, komunîzmê eynî wezîfe didît, hêzên dagirker bi îdeolojiya çepîtiyê hin kurd ji doza wan ya esasî, ji miletperweriyê dûr dixistin. 

Nuha ew rola îdeolojiya çep nemaye, tenê îslam e, bi îdeolojiya îslamî kurdên dîndar bi kar tînin, tevgera kurd ya ntewî perçe dikin û bi vê riyê kurdan bindest dihêlin.

09 februari 2020

Halê me ne tu hal e...

Do xortekî bi profîla Cem Cîhan daxwaza hevaltiyê facebookê ji min ra şand û min jî daxaza wî qebûl kir.

Min bala xwe dayê rismê Îbrahîm Kaypakkaya kiriye yê profîla xwe.
Min bi messngerê jê ra ev mesaja jêr şand;

Gelek sipas ji bo wê mazûbaniya ji dil û şeva xweş


Do êvarî em çend heval mîvanên Mahmûd Lewendî û xanima wî Muzeyenê bûn. Me bi hev ra şeveke pir xweş derbas kir.

Wek her tim Muzeyen xanimê dîsa bi xwarin û mezeyên xwe, lê bi taybetî jî bi çîkê xwe sifreyeke muhteşem pêşkêşî me kir. 

Gelek sipas ji bo wê mîvanperwerî û mazûbaniya ji dil û can û wan xwarin û mezeyên xweş.

08 februari 2020

Tu çima li halê min napirsî ?

Dîlokên, heyranokên kurmancî.

-Tu çend pîs î, çend xesîsî
Tu çima ji mêrê min ditirsî
Çima ev çend sal in
Tu carekê li halê min napirsî.

07 februari 2020

Çîroka gustîla wenda bû


Min nedixwest belav bikim lê pitepita wê ev sê roj in serê min gêj kir, lema jî ez bibêjim.

Xanima min pêr gustîla xwe ya pir jê hez dikir wenda kir. Pêr bi şev pê hesiya.

Bi roj em çûbûn bajêr, em li çend ciyan geriyan. Nizane li ku xistiye û çawa ji tiliya wê da ketiye.

Ji pêr êvarî da ye pir li ber dikeve. Dibêje min pir ji gustîlka xwe hez dikir, yeka wer xweşik ez hew dibînim...

Ji do da ye hevalên in bênabên zêde dibin

Ez nizanim ji ber çi ye, çi qewimîye, ji do êvarî da ye belkî li dora sed, sed û pêncî (100-150) daxwazên hevaltiya facebookê ji min ra hatin, min nejimart, lê belkî hîn jî zêdetir bûn. 

Ez qebûl dikim û qebûl dikim dawî nayê. Miheqeq sebebek heye lê ez nizanim çi ye...

Di hevaltiya feysê da ji bo min ya muhîm kurdbûn û kurdperwerî ye, dibê ne haval û dilxwazê dijmin be. Gava ez di profîl û malperên wan da nîşanên, emareyên kurdperweriyê  dibînim qebûl dikim.

Barê giran


Xortekî kurd li Berlînê li parkekê rûniştibû û Manîfestoya Komunîst dixwend. Bala kalekî alman kişand. Kalo got:
-Xorto tu ji çi miletî yî?
Xort got:
-Ez kurd im.
Kalê alman mizicî, got:

Ehmedê Xanî: Her kes mîmarê dîwarê xwe ye

Ehmedê Xanî

Kesên nivîskar, edîb, hunermend û her kesê bi zimên mijûl in gerek ji zimanê xwe hez bike, qedir û qîmetê bide zimanê xwe, zimên paqij bihêle û rast bi kar bîne.

”Paqijkirina zimên ji gotinên biyanî yên ne hewce; wezîfeyeke exlaqî ye, eynî wek meriv bedena xwe, wîjdanê xwe, mala xwe, gundê xwe, bajarê xwe paqij bigire.
///Gerhard Kessler

06 februari 2020

Nêçîra me ya îro



Li nêzî mala me ciyekî tişt-miştên kevn yên ji destê duyemîn(second hand)difroşin heye. 

Ez û xanim carnan riya xwe bi wir dixin û çavên xwe li tablo û tiştên antîk digerînin. 

Hêvîya me ew e rojekê em bi erzanî li tiştekî pir bi qîmet rast werin. Lê çi heyf heta nuha me çi kiriye bi qîmet derneketiye. 

Belkî jî me tiştnin bi qîmet kirîne haya me jê tuneye. 

Li hemberî êrîşên Tirkiyê dibê meriv bêdeng nemîne

Fûad Onen


Bi berdana hevalê xwe yê hêja Fûad Onen kêfxweş bûm.

Diyar e nexwestin nuha tewqîf bikin, hîştin rojeke din. Dixwazin bi metodên wiha çavê kurdan bitirsînin.

Tiştê din yê kêfa min anî piştgiriya reaksiyon û kurdan bû. Kurd bêdeng neman, reaksiyoneke pir baş nîşan dan. Tesîr li dijmin kir, nekir nizanim, lê bersîva kurdan gelkî baş bû. Ez dibêjim ne mimkûn e tesîr nekiribe. 

05 februari 2020

Êdî bloga hindin-rindik bi muzîka kurdî ra bixwînin



Mizgîna min li we evîndarên muzîka kurdî û xwendevanên bloga ”hindik-rindik” !  

Min kanala ”KurdFM Dengê Hunara Kurdî” li bloga xwe bar kir. Êdî hûn kanin bi xwendina hindik-rindik ra li muzîka kurdî jî guhdarî bikin.

Him xwendin, him muzîk, herdu bi hev ra, xêra Xwedê… Ev îmkan li tu dereke din tuneye û him jî belaş, qurişekî we jî lê naçe. 

Kerem bikin, bi kurmanciya Wêranşarê ya şîrîn û him bi muzîka kurdî mest bibin.

Mêrik rojê di himêza yekî da ye...



Erdogan geh xwe davêje himêza Trump, geh xwe davêje himêza Pûtîn. Geh bi Trump ra çavan qurç dike, geh bi Pûtîn ra. Geh bi Pûtîn ra cîlwenaziyan dike, geh bi Trump ra.
Lê bi yekî jî nayê serî. Geh ji wî dixeyide, geh ji yê din.

Geh dibe heval û dildarê Trump, geh dibe mitefik û dildarê Pûtîn...

Gava Trump hew tehamulî naziyên wî dike û sîleyekê lê dixwe, dihere xwe davêje himêza Pûtîn; gava ji emrê Pûtîn derdikeve û Pûtîn şîrmaqekê lê dixwe, dîsa paş da baz dide himêza Trump.

Fûad Onen rûmeta me ye û ne yekî bêkes e !




Fûad Onen rûmeta me ye, ne bêkes û ne bi tenê ye !

Fûad Onen, ji ber hin axaftin û nivîsên xwe yên di medyaya sosyal da belav kirine îro li Stenbolê hatiye girtin. Sebebê girtinê dîsa propagandeya terorê ye.

Fûad Onen ronakbîr û siyasetmedarekî hêja ye, ew rûmeta gelê kurd e.

Baroya Abûqatan ya Diyarbekrê, abûqatên kurd û partiyên kurd dibê bi hev ra li Fûad Onen xwedî derkevin.

Tilpik ewro li ser Mêrdînê


-Ez nexweşim tu were ser min
Tu guçê lihêfê hilde bikeve ber min
Eger xelkê go va çiye, çi tewa ye
Ezê bibêjim çavê we kor e
Meleyê donzde ilm e hatîye ser min.

04 februari 2020

Nivîsa min a li ser birinca nêrmo deng da !


Wer xuya dike nivîsa min a li ser ”birinca nêrmo” gelkî bala milet kişandiye. Min nuha li îstatîstîka tikandina bloga xwe ya îro nêrî.
Tîraja heta nuha 1461 e.
Hîn saet 19.00 ye, saet ji 24.00 ra hîn 5 saet heye. Heta 5 saetên din belkî jimar bigihîje du hezarî jî.
Ev tîraj ji bo blogîstekî swêdî ne tiştek e, lê ji bo blogîstekî kurmancî pir e.
Diyar e kêfa kurdan ji mijarên nêrmo rat ê, lema gelek kesî nivîs xwendiye.

Li ser birinca nêrmo

Birinca Qerejdaxê


Kurdên soran di reqlamekê da birinc kirine “nêr”, gotine “birincê azad.” Yanî birinc bi ”Ê” tewandine.  Abdula Keskîn bi reqlama ji bo birincê hinekî matmayî mabû û lema jî reqlam rt kiribû.

Min jî li ser tewanga nêr got li ba ma birinc jî û riz jî mê ye, em dibêjin birinca Qerejdaxê, riza Qerejdaxê, birinca azad... 

Lê soranan birinc kirine nêr, gotine “birincê azad.” Gelo li Nisêbînê jî birinc nêr e, dibêjin birincÊ Qerejdaxê?

03 februari 2020

Heger xort û jin dixwazin ji kalan xelas bibin dibê dakevin qada xebatê



Arif Zêrevan bi tinazwarî gotiye Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêd zêde extiyar bûye, endamên wê herî kêm 60 salî ne.

Ma kalbûn sûc e, ya jî kêmasîyeke?

Ya din jî kesî rê li ber jinan û xortan negirtiye. Lê gava xort, jin û nivîskarên wek Arif Zêrevan li xwe daneynin bibin endam, nexwazin bibin berpirsiyar rewş ewê ev be, komele ewê ji kalên wek me ra bimîne.

02 februari 2020

Çend fotograf ji kongreya Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê



Îro kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêd bû.Kongre li Kitêbxaneya Kurdî çê bû. Gelek nivîskarên kurd beşdar bûn.

Kongreyeke baş û bi ser û ber bû û ji bo sala pêş çend biryarên baş hatin girtin.

Tu bi şev hatî min tu nas nekir


-Tirên rabû ji Qurtelanê
Dûman rakir ser qezanê
Xwedê tu miradê herdu dilan biqedînî
Li Orta Qers û Qaqizmanê.

Derdê qonderê



Cotkarekî pir çikûs(tima, çavteng)qondera(sola) xwe ya nuh kirîbû pê û çûbû ser erdê xwe, zeviyê xwe.

Hîn di nava erd da digeriya baraneka bi zirp dayê. Qondera wî ya nuh û top şil bû, di heriyê da ma.

Feqîro nizanîbû çi bike. Berê xwe da hewa, herdu destên xwe vegirt û bi keser got:

01 februari 2020

Tiştê naziyan anîn serê yahûdiyan, misilmanan eynî tişt anîne serê me


Yahûdîyan(cuhûyan)di tarîxê da pir kişandin, pir zulm dîtin.

Lê belê piştî holkostê(jenosîdê) bûn xwedî dewleteke serbixwe. 

Tiştê naziyan di Şerê Cîhanê yê Duduyan da anîn serê yahûdiyan, misilmanan li Sûriyê, li Îraqê eynî tişt anîn serê me kurdan jî. 

Lê kes qala jenosîda kurdan nake. Kes navekî li jenosîda êzdiyan nake.

Îngilîzan xatir ji Yekîtiya Ewrûpayê xwestin



Brîtanyayê şevê çûnî saet di 12a da piştî 47 sal endametî xatir ji Yekîtiya Ewrûpayê xwest û jê veqetiya. 

Bi hezaran îngilîz li Londonê li ber meclîsê kom bûn û veqetandin bi coşeke mezin pîroz kirin.

Berê ez alîgirê, piştgirê Yekîtiya Ewrûpayê bûm, lê nuha ji kok da li dij im. Yekîtiya Ewrûpayê mala Swêd xera kir.

PARVE BIKE