24 januari 2020

Yê zanîna wî zêde be êşa wî jî zêde dibe


-Bi ezberkirinê meriv nabe merivekî zane.
Montaîgne
-Dema xeyalên însên ji dest were girtin tu zewq pê ra namîne.
-Her merivekî mezin alimek e, lê her alimekî mezin ne merivekî mezin e.
Holmes
-Yê zanîna wî zêde be êşa wî jî zêde dibe.
Încîl

-Heger maseyeka tevlihev îşareta aqilekî tevlihev be, wê demê maseyeka vik û vala îşareta çi ye gelo?
Laurence J. Peter

-Ji dêlî ku tu yê gelek tiştan nîçve bizanibî, tiştekî baş bizanibe hîn baştir e.
Nîetzsche

-Ji bo ku meriv bibe mîrê zanînê şert e dibê bibe kolê xebatê.
Balzac
 -Nebe koleyê zêr, bi efendîyê wî be.
-Ji kesê tu carê xapandiye her tim xwe jê biparêze.
-Xuy(xislet), kelemçeyeke kilît wendabûyî ye.
-Tirs mîna şewbê ye, ji mezinan derbasî zarokan dibe, di zarokan digere.
B. Russel
-Tirs derewan dixuliqîne.
Dostoyevskî
-Heger tu bizanibî tiştek bi heq e û lê tu dîsa jî alî wî nekî tu tirsonekî.
Konfuçyus

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE