03 januari 2020

Xwedê tebaîşê Amerîkayê be !

General Silêman Qasemî


Ji zû da ye min mizgîniyeke wiha nebihîstibû, vê sibehê xebera kuştina Qasim Silêmanî û El Muhendisî ez pir kêfxweş kirim, ji bo min bû surprîza sala nû..

Me bi destê xwe ev neyarên kurdan ceza bikirana xweştir bû, lê cezakirina wan bi destê mitefikekî me jî baş e.

Min do jî got, Trupm ne Obama ye, kane tiştê meriv matmayî bihêle bike. Heger Îran û Heşdî Şabî bersîvê bidin Amerîkayê şer ewê mezin bibe.

Heger Îran zêde pêş da here Amerîka ewê li Îranê xe, tiştê hat serê Seddam ewê were serê meleyên destbixwîn jî.

Hêvî dikim Îran rehet nesekine û bersîvê bide.

Şerekî Amerîka û Îranê û nava Îraqê ji bo me kurdan ewê baştir be, xerabtir nabe.

Îro ji xwe em di bin nigên tirk, ereb û farisan da pelixîne, ji viya xerabtir nabe.

Şerekî bi Îranê û bi Îraqê ra kane kurdan li Îranê jî û li Îraqê jî rizgar bike.

Helbet Sûriyê jî bi Îraqê ve girêdayî ye, ewê jî azad bibe.

Axir sala nû wa ye hin îşaretên xêrê da me, hêvî dikim em bibin şahidê mizgînî û bûyerên xweştir.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE