09 januari 2020

Xewa sibê şîrîn û xweş e


Vê sibehê di xew da mam, bîstik berê bi xwe hesiyam. Her sibe zûtir şiyar dibim, lê vêsê xewariyê ez girtim.

Saet heft bû bi xwe hesiyam lê min got hîn zû ye, nîv saetek din jî rakevim. Min hew dît saet ji deha jî bihurîye.  

Karê bi şevê tê kirin xweş e, ji karê ye, xewa sibê şîrîn û dilgeş e, bi roj meriv li ser xwe ye.
 
Meriv xewa xwe baş bigre meriv li karê ye. 

Ji xwe heger ne hewce be meriv di xew da namîne, ji ber ku hewcedariya bedenê pê heye meriv di xew da dimîne.

Lê helbet wek xwarin û vexwarina zêde, xewa pir jî nebaş e.

XXX
Tiştê ez mehû kirim ne ji ber ku te li min derew kir, careka din ezê baweriyê bi te neynim.
///Vîctor Hugo

Bawerî muhîm e, gava bawerî zeîf bibe, nemîne, hezkirin jî derbê dixwe, ji tortê radibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE