27 januari 2020

Wekîlê Xwedê


Dema Elî Riza Septîogluyê rahmetî bûbû wezîrê dewletê, di eynî wextê da berpirsiyarê meteorolojîyê jî bû. Çend hemşeriyên wî diçin ziyareta wî û wî pîroz dikin. Ji mîvanan yek bi meraq jê dipirse:
-Şêxê min wezîfeya te çi ye?
Şêx dibêje:


-Navê bêxwediyê karê min navekî hinekî ecêb e. Baran dibare ji min dipirsin, dinya dibe şilî, şepelî ji min dibpirsin. Berf dibra ji min dibpirsin. Zîpik dibare ji min dipirsin. Hewa ewê şilope be, çawa be ji min dipirsin. Dinya dibe ewr ji min dipirsin…
Piştî hinek sohbet cimat bela dibe, her kes vedigere mala xwe. Li gund ji kesên çûbûn ziyareta şêx dipirsin, dibêjin:
-Ma şêxê me bûye wezîrê çi?
Yek dibêje:
-Şêx nebûye wezîr, bûye wekîlê Xwedê. Berf bibare, baran bibare, zîpik bipare, aşît rabe, hewa çawa be ji şêx dipirsin. Û ew jî bi gişî zane.

Ne turîst e
Şêxoyê pêxwasê diyarbekrî çû Londonê mîvaniya hevalê xwe Hemê. London bajarekî tarîxîye, gelek der û avahiyên xweş lê hene dema nigê meriv bi wir ket, dibê meriv here bibîne.
Hevalê wî Hemê jî bi vê nêtê Şêxo li nav Londonê gerand:
-Viya British Museûm e, viya Tower of London e, ev Heyde Park e, viya Tower Bridge, ev Parlamentoya Qiralîyetê ye, viya nizanim çi ye…
Bîna Şêxo pir teng bû, di ciyê xwe da sekinî û bi hêrs ji Hemê ra got:
-Law kewaşe, kuro ma ez turîst im ji vêsê da ye tu van tiştan ji min ra dibêjî ? !


Dûxana tirênê
Di nexwşxanaya dînan da(tîmarxaneyê)da çend dînan dabûn dû hev û wek ku ew tirên bin, dikirin çûve çûv…
Tuxtorekî bala xwe da wan û ji sertabîb ra got:
-Ma em wan nedin sekinandin?
Sertabîb got:
-Çima, ma qey tehamula te ji dengê tirênê ra tuneye?
Tuxtor got:
-Na ez ji dengê wê ne aciz im, dûxana wê ez fetisandim…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE