12 januari 2020

Tirk li vê dinyayê tenê li dijî kurdî ne


Neyartiya tirkan ya bi kurdan û bi zimanê kurdî ra pir kûr e

Li Tirkiyê kurdî ne tenê di warê perwerdê da, li nexweşxan û di saziyên xizmetê pêşkêş dikin da jî nayê bikaranîn.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê bi 6 zimanan tabeleyeka agahdariyê li hemû nexweşxaneyan bi darde kiriye. Di nav van 6 zimanan da kurdî tuneye.‎


Li merkezên Acîlê jî bi 6 zimanan agahî heye, lê bi kurdî tuneye. Meriv kane bêyî tirkî bi 6 zimanan, bi îngilizî, fransî, almanî, rûsî, farisî û erebî telefonî acîlê (112)bike, lê bi kurdî nabe; çimkî li acîlê(112) serwîsa bi kurdî tuneye.

Sebebê vê yekê neyartiya tirkan ya bi kurdan ra ye. Tirk li dinyayê tenê neyarên kurdan û zimanê kurdî ne. Lema jî di nava 6 zimanan da kurdî tuneye.

Çimkî hukûmet, dewlet û tirk neyarên miletê kurd in, dixwazin kurdan û kurdî ji ortê rakin. Lema jî rê li ber kurdî digrin.

Kurdino, neyarên xwe nas bikin û vê neyartiya wan ya bi zimanê we ra ji bîr nekin.

XXX
Erdogan îro dîsa ji Pûtîn ra li têlê xistiye, Xwedê zane vê carê ji Pûtîn çi rica kiriye û jê çi xwestiye.

Hewqas jî zêde ye Meriv ne motaj û ne girêdayî yekî be hewqasî li ser hev telefonî wî nake.

Wer xuya dike berî her biyara bide,dibê bi Pûtîn bişêwire û jê destûrê bigire.

Gelo li Tirkiyê sîstema cot serokatiyê ya îllegal heye haya me jê tuneye?

Ya jî Pûtîn jî daxilî "dewleta kûr" bûye?

Serdanên heyetên tirk yên Rûsyayê û telefonên Erdogan ji Pûtîn ra dike pir întensîf in.

Bûk jî nikane hewqasî li ser hev here mala bavê xwe zeyî.

Nahêlin Pûtîn westa xwe bigre, ji Anqerê vedigere, hîn bi xanima xwe ra dubleyek vodka venexwariye, telefona wî dibê zirrr!,
Erdogan li ser telefonê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE