31 januari 2020

Siyasetmedar dibê bi kurdan ra bi kurdî bipeyive


Heger partiyek, siyasetmedarek dixwaze ji gelê xwe ra xizmetê bike, siyaseta herî milî dibê bi kurdî xîtabî kurdan bike. Bi axaftina tirkî, bi twîtên tirkî siyaseta netewî nayê meşandin. 

Siyasetmedarê kurd dibê bi kurdan ra bi kurdî bipeyive. Kurdperwerî, nasyonalîzim bi tirkî nabe. Nûnerên kurdan dibê bi kurdan ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyivin. Yên viya nekin şaşiyê dikin.


XXX
Erdogan di mesela Idlibê da dîsa fort daye xwe, gotiye ”hewce bike emê li Idlibê hêza leşkerî bi kar bînin…”

Ev çend car in tu eynî gefê dubere dikî, lê tiştekî jî nakî. Heger ne vir e, hûn pir mêr in, rûs li wir in, lêxin.

Lê li hemberî Rûsyayê rabûn wer ne rehet e, hirç zalim e, meriv dixesîne.

Yekî nizanibe ewê bibêje Idlib bajarê wî ye û hinekên xerîb lê dixin.

Hûn elimîne devê kurdên zeîf û bêpişt, ji ber ku Rûsya ye, bi fortan qîma xwe tîne.

XXX
Li Tirkiyê êdî kî rastiyê bibêje, kî bibêje ez kurd im û zulm li kurdan dibe berbangekê digrin ser malê, destên wî li kelemçê dixin û bi mahkimake qereqûşî davêjin zindanê.

Û li alî din jî kî diziyê bike, kî şelafiya dizan bike û pesnê dizên herî mezin bide, wî perû dikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE